Emerîka biryarek a giring û metirsî li ser Îranê dide

Rojnameya Waşintun Post belavkirîye, di evan nêzîkan de Emerîka biryar a xwe dê hilweşîne li ser bexîşn a hinek welatan ji sizayê ser Îranê û bi evê yekê jî bihayê petrolê dê bilind bibe.

22.04.2019, Pts - 07:17

Emerîka biryarek a giring û metirsî li ser Îranê dide
Nuçe Belav bike

Çend çavkanîyên Emerîkayê aşkerakirine, renge evro, Dûşembîyê, Emerîka biryar bide ku ew welat ên berê bi awayek a demkî ji sizayên Îranê hatibûn bexşîn; êdî nabe bazirganîyê li gel Îranê bikin, nekû hevrûşî sizayên abûrî dê bibin. Bi evê yekê jî bihayê petrolê bi rêjeya 3% dê bilind bibe.

Di çend heftîyên burî de, Donald Tiramp, serokê Emerîkayê bi rûhnî û zelalî gotîye tîm a Asayîş a Nîştîmanî, ev bexşîn û lêburîn bi dawî dê bihê û givaş ên ser Îranê divê bo pile ya dawîyê bihê bilindkirin bi awayekê ku Emerîkayê nevêt yek bermîl a petrol a Îranê bihê firotin.

Di meha Çirîya Dûyê de, li sal a bûrî , Tirampî pişka dûyê ji sizayan bi ser Îranî re sepand, ku kert a petrol û wizeyê divegirt; lê hinek welat, bi awayeka demkî ji wan sizayan hatin bexşîn, ji wan jî Îraq û Turkîya.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 909 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:43:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x