Fermandeyekî Amerîkî: Li Amerîka ti kes li dijî serxwebûna Kurdistanê nîne

Fermandeyekî amerîkî dibêje, serxwebûna Kurdistanê dê bibe sebeba geşbûna demokrasiyê li Rojhilata Navîn û li Amerîka jî ti kes li dijî serxwebûna Kurdistanê nîne.

11.01.2017, Çar - 15:04

Fermandeyekî Amerîkî: Li Amerîka ti kes li dijî serxwebûna Kurdistanê nîne
Nuçe Belav bike

Fermandeyekî berê yê artêşa Amerîka bi navê Ernie Audino, ji televîzyona K24 re gotiye, Amerîka dê li ser alîkarîkirina Pêşmerge û Kurdistanê berdewam be. Serokê nû yê Amerîka Donald Trump jî dê yekser çek û cebilxanê bide Pêşmerge ji ber ku Trump di wê baweriyê de ye kurd hevalbendê Amerîka ne.

Ernie Audino her wiha gotiye, Amerîka gihîştiye wê baweriyê ku DAIŞ bêyî kurdan nayê şikandin, ji aliyekî din Amerîka dixwaze li Rojhilata Navîn demokrasiyê pêş bixe. Serxwebûna Kurdistanê dê demokrasiyê geş bike.

Wî fermandeyê amerîkî daye xuyakirin ku xelkê Amerîka ji kurdan hez dikin û ti kes li dijî serxwebûna Kurdistanê nîne li Amerîka. Lê divê kurd referandoma xwe bikin û serxwebûna xwe ragihînin. Ez bawer nakim Waşington jî li dijî vê yekê be.

Audino, ku dostê gelê Kurdistanê ye, ji Amerîka dixwaze li Herêma Kurdistanê navendeke serbazî ya mezin bê vekirin, çimkî tiştekî wiha bo siyaseta derve ya Amerîka jî pir baş e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1115 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:10:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x