Gelo divê Trump piştgiriyê bide serxwebûna Kurdistanê?

Rojnameya National Interestê pirsî bê gelo Serokê DYAyê yê îro dê sûnd bixwe, Donald Trump dê piştgiriyê bide damzirandina dewleteke kurdî yan na.

20.01.2017, Cum - 15:15

Gelo divê Trump piştgiriyê bide serxwebûna Kurdistanê?
Nuçe Belav bike

Nivîskar Amitai Etzioni di nivîsekê ji bo malpera National Interestê de pirsî bê dive Trump dê piştgiriyê bide damezirandina dewleteke kurdî yan na, nexasim piştî vî şerê li Sûriye û Iraqê diqewime.

Etzioni bal kişand ser wê yekê ku hinek difikirin, piştî Trump dawiya DAIŞê bîne, dê beşekî mezin ji hêzên xwe ji herêmê bikişîne, lê hinekên din diyar dikin ku ew serkeftin dê rola DYAyê li herêmê misoger bike li gel Rûsya û Îranê.

Nivîskar teqez dike ku divê Trump piştgiriyê bide damezirandina dewleteke kurdî, li gel ku Bexda û Enqere dê li dijî wê derkevin jî û wiha pê de çû: Mafê herî zêde yê kurdan heye ku serxwebûnê bi dest bixin. Herwiha gaveke wiha dê hevbendên DYAyê li herêmê, Ewropa û başûrê rojhilatê Asyayê piştrast bike ku DYA dê li gel wan be û dê dest ji wan bernede wek çawa berê gelek caran wiha kiribû ji kurdan."

Herwiha Etzioni teqez dike ku divê xerîte ji nû ve were danîn û sînorên Iraqê wek sînorên sexte bi nav dike û wiha dibêje: "Piştî şerê cîhanê yê yekem, hêzên mêtîngehkar (ew sînor danîn) û di encama wê de kurd û komên olî û etnîkî yên bê hevpar di heman dewletê de anîn ba hev".

Etzionibalê dikişîne ser serkeftin û karîgêriya hêzên kurdan li li dijî DAIŞê û hevkariya wan bi hêzên DYAyê re.

Nivîskar diyar dike ku hinek asteng hene li pêşberî damezirandina dewleteke kurdî û wan bi hêzên pêşmerge bixwe ve girê dide û wiha dibêje: "Li gel ku medyaya rojavayî hêzên pêşmerge wek hêzeke hevgirtî destnîşan dike ku piştgiriya desthilata kurdî dike jî, piraniya pêşmergeyan girêdayî du aliYên siyasî yên kurdîstana Iraqe ne; Partiya Demokratîk a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê ne. Herdû parityan di salên 1994an û 1998an de şerê navxweyî kir. Herdû partiyan deverên cuda yên Herêma Kurdistana Iraqê kontrol dikin; PDK derdora Hewlêrê(Piştgiriya Tirkiyeyê bi dest xistiye), navenda YNKê Silêmanî ye."

Etzioni dibêje li gel van zehmetiyan jî, divê kurd fersenda ragihandina serxwebûna xwe bi dest bixin, ji ber ew bawer dike ku ew ê bikarin li gorî rewşê bi awayekî rast tevbigerin.

Herwiha nivîskarê careke din bi bîr tîne ku damezirandina dewleteke kurdî, dê Iraqê û Tirkiyeyê aciz bike heta dibe ku Tirkiyeyê gelekî hêrs jî bike lê dîsa ev mafekî meşrû yê kurdan e û wiha dibêje: "Dibe ku nakokiyên navbera kurdan bibe asteng ji damezirandina dewleta kurdî re û herwiha dijderketina cîranên wek Tirkiye, Iraq û Îran jî astengeke din e li himberî dewleta kurdî".

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1227 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:52:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x