Generalê amerîkî Ji bo DAIŞê 2 sal pêwîst in

Yek ji fermandarê hêzên hevpeymaniya nevdewletî ya li dijî DAIŞê Stephen Townsend diyar kir, operasyona Mûsilê weke pêşbîniyan birêve naçe lê Heşda Şeibî bi leztir pêşve diçe.

27.12.2016, Sal - 05:57

Generalê amerîkî Ji bo DAIŞê 2 sal pêwîst in
Stephen Townsend
Nuçe Belav bike

Stephen Townsend ji malpera The Daily Beast re axivî û pêşbîniyên xwe yên derbarê têkbirina DAIŞê de eşkere kir û got; “Ji bo kontrolkirina herdu paytextên DAIŞê, Reqa û Mûsilê 2 sal pêwîst in.”

Stephen Townsend daxuyand, ku operasyona Mûsilê ne li gorî pêşbîniyan e lê dîsa jî li gorî planan dimeşe. Townsend diyar kir, ku ji bo bêhnvedana hêzên iraqî pêwîst dikir, ku operasyon demekê bê rawestandin.

Fermandarê hêzên hevpeymaniya nevdewletî ya li dijî DAIŞê da zanîn, ku ew bi rêya çavdêrî û herwiha îstîxbaratê tevgera DAIŞiyan dişopînîn û got; “Dema çekdar ji avahiyan derdikevin derve, zarokan hildidin himbêza xwe û wan weke mertal bikar tînin.”

Stephen Townsend li ser biryara Parlamentoya Iraqê ya derbarê Heşda Şeibî de jî ragihand; “Heşda Şeibî hêzeke birêxistinkirî ne. Biryara parlamentoyê, ku Heşda Şeibî dike weke parçeyekê sîstema berevaniya Iraqê, dibe ku Iraqê aramtir bike. Bi taybetî eger endamên wî bibin pasevanên nîştîmanî û weke ku Fermandarê Supaya Qudisê Qasim Silêmanî dixwaze, nebin bûka di destê Îranê de.”

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1049 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:11:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x