Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ragihand ku li ser pêşniyara Umanê dan û standinên Îran û Amerîkayê ji bo demeke nediyar hatine bipaşxistin.
Îsmaîl Beqayî got, "Bipaşxistina dan û standinên navbera Îran û Amerîkayê li ser pêşniyara Wezîrê Karên Derve yê Umanê bûye û eger dem were diyarkirin em dê pêştir ragihînin."
Wezîrê Karên Derve yê Umanê Bedr bin Hamed el-Busaîdî ji ser hesabê xwe yê Xêde eşkere kir ku biryara bipaşxistinê "ji ber sedemên lojîstîkî" hatiye dayîn.
Busaîdî di berdewamiyê jî de got, "Em dîroka civîna Îran û Amerîkayê ya ku ji bo 3yê Gulana, roja şemiyê, hatibû plankirin ji ber sedemên lojîstîkî ji nû ve plan dikin.
Piştî ku di navbera aliyan de lihevkirin çêbibe, dîroka nû dê bê ragihandin."
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Eraqçî jî ragihandibû ku qonaxa çaremîn a dan û standinên navbera Îran û Amerîkayê li Romaya Îtalyayê dê bihata lidarxistin û Uman wekî navbeynkar dê cihê civînan diyar bike.
Eraqçî eşkere kir ku roja înê nûnerên Îran û Almanya, Fransa û û Brîtanyayê li Romayê dicivin da ku dosyeya etomî ya Îranê gotûbêj bikin."
Pêvajoya gotûbêjên di navbera Îran û Amerîkayê de
Serokê Amerîkayê Donald Trump ku welatê xwe di sala 2018an de bi awayekî yekalî ji rêkeftina nûkleerî ya bi Îranê re derxistibû, di meha Adarê de nameyekê ji Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî re şandibû û têde hem bangî gotûbêjên nûkleerî yên rasterast kiribû hem jî hinek gef jî xistibûn nav nameyê.
Îranê bi rêya Umanê bersiva nameya Trump dabû.
Piştî danûstandina nameyan, Tehran û Washingtonê ewil 12ê Nîsanê li Umanê û piştre jî bi rêya navbeynkariyê bi hefteyekê li Romayê û dubare li Umanê hevdîtin pêk anîbûn.
Hem Îranê hem jî Amerîkayê ragihandibûn ku di gotûbêjan de pêşketin hene.
Aliyan li hev kiribûn ku civîna çaremîn 3yê Gulanê li Romayê çêbibe.
Paşxaneya pirsgirêka nûkleerî
Welatên Rojavayî û Îsraîl wisa bawer in ku Îran nêzîkî çêkirinabombaya etomî bûye.
Tehran vê yekê red dike û dibêje, armanc ji bernameya etomî ya wê tenê hilberîna enerjiya elektirîkê û lêkolînên bijîşkî ye.
Heta niha Îran û Amerîka sê caran gotûbêj kirine, bi gotina her du aliyan jî dan û standin erênî bûne.