Guardin: Nêzîkatiya kurd û Amerîka Tirkiye ditirsîne

Rojnameya Guardin a Îngîltereyê di nûçeyê xwe de ragihand ku têkiliya navbera Amerîka û kurdan ji her demê nêzîktirî hev in û ev Tirkiyeyê dixe metirsiyê.

01.05.2017, Pts - 04:42

Guardin: Nêzîkatiya kurd û Amerîka Tirkiye ditirsîne
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya BBC Tirkî, piştî ku hefteya borî balafirên şer ên Tirkiyeyê li bakur rojhilatê Sûriyeyê êrişî çeperên kurdan kirin leşkerên amerîkî bi çekdarên kurd re di nava girseya gel de derbas bûn û lêkolîna êrişê kirin. Ew kesê ku bi fermandarê amerîkî re hevaltî dikir Ferhat Abdi Şahin ‘Şahîn Cilo' bû yek ji berpirsê bilind ê PKKê bû. Hikûmeta Tirkiyeyê 1 milyonek û 100 dolar xelat dabû sere wî. Xuyaye Şahin Cilo guherîneke mezin derbas kiriye.

Rojnameyê di nûçeya xwe de got: "Digel ku her diçe kîna Tirkiyeyê zêde dibe jî, Washîngton kurdan di şerê tekoşîna dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de hevalbendekî baş dibîne û dixwaze tevlî operasyona Reqqayê bibin. Tirkiye hêvî dikir ku Serokê Amerîka yê nû vê rewşê biguherîne, lê peymana kurd û Amerîka qels nabe bîlaqîs her diçe bihêz dibe. Erdogan vê tifaqê wekî metirsiyê dibîne û ditirse ev agirê berxwedanê li welatê wî jî were vexistin. Lewma Tirkiye di êrişa roja sêşemê de berî êrişê bi 52 deqîqeyan AmerÎka agahdar kir."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1580 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:40:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x