Îran gefan li Amerîkayê dike

Wezîrê Bergiriyê yê Îranê haydariyê ji her niyeteke êrîşkirinê bo ser Îranê dide û dibêje, “Eger êrîşî me bê kirin, em dê bingehên serbazî yên Amerîkayê li deverê bikin armanc.”

05.05.2025, Pts - 11:42

Îran gefan li Amerîkayê dike
Nuçe Belav bike

Wezîrê Bergiriyê yê Îranê Mihemed Reza Eştiyanî îro (Yekşem, 04.05.2025) ragehand ku, Îranê çi dijminatî bi welatên cîran re nîne. Herwesa got, “Eger êrîşî Îranê bê kirin, em dê bi hêz berjewendiyên dijminî bikin armanc.”

Wezîrê Bergiriyê yê Îranê haydarî daye ku, eger şer li ser Îranê bê sewpandin, ew dê bi hêz bersivê bidin.

Ev daxuyaniya Wezîrê Bergiriyê yê Îranê di demekê de ye ku, Serokê Amerîkayê Donald Trump doh (Yekşem, 04.05.2025) di çavpêkeftineke tilevizyonî de bi kanala NBCyê ya Amerîkayî re li ser danûstandinên Amerîka û Îranê ragehnad, “Armanc ji danûstandinên bi Îranê re hilweşandina bernameya atomî ya Tehranê ye.”

Donald Trump behsa wê yekê jî kir ku, dixwaze guhdariya Îranê bike, ji bo rêdana bi hebûna enerjiya atomî ya sivîl. Herwesa got, “Di piraniya rewşan de enerjiya atomî ya sivîl dibe sedema şerê serbazî.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 69 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:49:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x