James Jeffery: Amerîka ji bûyerên ku li Efrînê diqewimin nîgeran e

Nûnerê berê yê Amerîka di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de û nûnerê berê yê Amerîka bo Sûriyê dibêje, Washington ti carî li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê nebûye, lê ji bûyerên ku ji wê demê ve li herêmê diqewimin dilgiran e.

02.11.2022, Çar - 05:26

James Jeffery: Amerîka ji bûyerên ku li Efrînê diqewimin nîgeran e
Nuçe Belav bike

Nûnerê berê yê Amerîkayê yê karûbarên Sûriyê û nûnerê berê yê Amerîkayê di hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê de James Jeffrey roja Sêşemê li Washingtonê ragihand Dema ku Tirkiyê û hêzên nêzîkî opozîsyona Sûriyê di sala 2018an de êrişî herêma Efrînê kirin, Washingtonê dilgiraniya xwe nîşan da û bang li herdu hêzên ku di şer de cih digirin kir ku çareseriyeke aştiyane bibînin.

Jeffrey got tişta ku li Efrînê diqewime ne tenê krîza navxweyî ya Sûriyeyê ye. Gelek pirsgirêkên din ên wekî Kampa Holê û Idlibê hene ku divê ji holê bên rakirin. Çareserî dê cîbicîkirina biryara 2254 ya Encûmena Asayişa Navdewletî be, ku tê de çend xalên sereke hene, ji wan jî nivîsandina destûreke nû ji bo Sûriyê.

Diplomatkarê berê yê Amerîkayî di derbarê Kampên ku dibin kontrola hêzên Kurd'de ne vê yekê de got Divê hikûmet Iraqê û hikûmetên welatên din amade bin ku jin û zarokên çekdarên berê yên DAÎŞ'ê vegerînin welatên xwe.

James Jeffrey di derbarê pirseke li ser Efrîn'ê de ev bersiv da: "Berî her tiştekê spas, Amerîka ligel Rêveberê Serbixwe kar dike û ev jî gelek girîng e ku li Bakurê Rojhilatê welat de ye, lê Amerîka ti demekê ji aliyê leşkerî û herwiha îdarî ve li Efrînê beşdarnebûye ku dikeve Bakurê Rojavayê wî welatî. Niha ligel vê jî Amerîka nîgeran bûye bo gelek ew bûyerên li Efrînê çêbûne û dema Tirkiye di sala 2018ê de çû Efrînê jî me nîgeraniya xwe derbirî û me daxwaz ji herdû aliyan kir çareseriyeke aşitiyane bibînin, lê pirsgirêk ew e, dema tu behsa Efrînê dikî, Hol û Ruqban li başûrê Rojhilatê Sûriyê dikî, yan behsa Îdlibê dikî, çareseriya wê bo çendîn pirsgirêkên Sûriyeyê ew e ku civaka navdewletî tekeziya zêdetir li biryara Neteweyên Yekbûyî ku di sala 2015ê de derçûye bikin, ku daxwaz dûbare rêkxistina wî welatî ye û destûreke nû û şêwirê di navbera opozîsyon û Rejîma Esed de dike. Em nikarin beşeke biçûk ji pirsgirêka Sûriyê çareser bikin, belku divê çareseriyeke lihevkirinê li ser hemû tiştekê hebe, ev jî ew e ku Neteweyên Yekbûyî biryarê dixwaze û hewil dide bidestbixe, divê hemû alî piştevaniyê bikin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 206 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:04:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x