Ji Amerîka bo alîkariya YPG'ê daxuyanî!

Qesra Spî derbarê alîkariya çekan ya ji bo YPGê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de tenê hat gotin ku: "Amerîka dê ji bo piştgiridayina leşkerî ya ji bo şirîkên xwe yên qadê plan dike ku vesazkirinên nû bike."

25.11.2017, Cts - 04:51

Ji Amerîka bo alîkariya YPG'ê daxuyanî!
Nuçe Belav bike

Rojnameya Amerîkî Washington Postê jî parast ku piştî axaftina telefonê ya Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan daxuyaniya Tirkiyê ku tê de digot ‘dê alîkariya YPG'ê were birîn' li Washingtonê ewilê bû sedema şaşwaziyê.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu piştî axaftina Trump û Erdogan ya bi telefonê daxuyanî dabû û weha gotibû: "Birêz Trump bi awayekî aşkere ferman da û got ji niha û pê de bo YPG'ê çek neyên dayin û herwiha bi awayekî zelal gotiye ku divê berî niha ev tewşî bi dawî bûba."

Washington Post jî ragihand ku teqezkirina vê nûçeyê li Washingtonê hinekî ajot. Rojnameyê weha nivîsî: "Di serî de tîma ewlehiya niştîmanî ya rêveberiyê, li hember daxuyaniya Tirkan şaşwaz bibû û di vê mijarê bê biryar bûn bê wê çi bêjin. Wezareta Karên derve berê pirsan da Qesra Sipî û heya ji Konseya Ewlekariya Niştimanî teqezî hat saet derbas bûn. ber êvarî, Qesra Spî teqez kir ku dê Amerîka alikariya çekan bibire lê di mijara demê de tiştekî diyar negotin."

Di berdevaiya daxuyaniyê de Qesra Spîtê gotin; "Bi awayekî ku bi polîtikayên me yên raboriyê re guncaw be, êdî hey ku şerê Reqayê qediyaye û em ber bi pêvajoyeke ku bi dawîbûn û ne vegere DAIŞ'ê ve diçin, Serok Trump diyar kiriye ku ji bo alkariya çekan ya ji bo şirîkên me yên li qadê, dê vesazkirinên nû werin kirin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1716 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:12:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x