Ji McGurk peyama Kurdistanê!

Nûnerê Serokê Amerîkayê yê şerê li dijî DAIŞê Brett McGurk, li ser navnîşana xwe ya tora civakî ya twîtterê ragihand: “Di çarçoveya Iraqekî federal û yekgirtî de, Amerîka piştgirî dide Herêma Kurdistanê ya bi hêz."

31.10.2017, Sal - 06:39

Ji McGurk peyama Kurdistanê!
Nuçe Belav bike

Nûnerê Serokê Amerîkayê yê şerê li dijî DAIŞê Brett McGurk, li ser navnîşana xwe ya tora civakî ya twîtterê ragihand: “Di çarçoveya Iraqekî federal û yekgirtî de, Amerîka piştgirî dide Herêma Kurdistanê ya bi hêz. Em daxwazê ji hemû aliyên kurdî dikin, heta hilbijartinên 2018ê, piştgirî bidin hikûmeta Herêma Kurdistanê.”

McGurk derbarê biryara Serok Barzanî jî got: “Em destxweşiya biryara dîrokî ya Serok Barzanî dikin. Herwiha emê li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û cîgirê wî Qubad Talebanî bi awayeke çalak kar bikin.”

Her wiha Brett MCGurk amaje bi wê yekê kir, ku ji bo destpêkirina guftûgoyan û herwiha li gorî destûrê, çareseriya aştiyane ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de, di çend hefteyên derbasbûyî de Amerîkayê hewldanên xwe zêde kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1599 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:31:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x