Wezareta Berevaniya Kanadayê ragihand ku hêzeke nû ku ji 60 leşkeran pêk tê dişîne Herêma Kurdistanê.
Wezareta Berevaniya Kanadayê 18ê Nîsanê bi daxuyaniyekê ragihand: "Hêzeke nû ya Kanadayê, duh ji binkeya leşkerî ya eyaleta Alberta bi rê ketiye da ku li Yekîneya 430 ya Teknîkî bi cih bibe ku ew yekîne di meha yekem a sala 2016an de li bakurê Iraqê hatibû erkdarkirin."
Di nav hêza nû ya Kanadayê de 60 leşker û helîkopterek heye ku li nêzîkî bajarê Hewlêr dê bi cih bibe.
Li gor nûçeya Rûdawê Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer li ser şandina wê hêzêr got ku ew tiştekî asayî ye û piraniya hêzên ku li Herêma Kurdistanê ne, di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de li wir in.
Cebar Yawer şandina hêza nû ya Kanadayê wekî rêkareke leşkerî û asayî nirxand û destnîşan kir, hêza Kanadayê, di çarçoveya hevpeymaniya li dijî DAIŞê de weke şêwirmend û rahêner li Herêma Kurdistanê ye.
Hat diyarikirin, Kanadayê biryar daye ku ji bo sala 2017an erka hêzên xwe yên li herêmê dirêj bike û ji ber vê yekê jî hêzên xwe diguherîne.