Kananda çekan rasterast digihîne Pêşmerge

Berdevkê Wezareta Bergîriyê ya Kanadayê ragihand, welatê wî roketa 60 m.m, çekê nîşangeriyê yê bêdeng Caliber 50 û çekê li dijî tankan bo hêza Pêşmerge dişîne.

10.02.2017, Cum - 12:54

Kananda çekan rasterast digihîne Pêşmerge
Nuçe Belav bike

Li gor nûçeyeke “Sputnik”, Berdevkê Wezareta Bergîriyê ya Kanadayê hikûmeta welatê wî di hewla dabînkirina wan çekan bo hêza Pêşmerge de ye û ji ber sedemenên ewlehiyê hejmara wan çekan aşkere nekiriye.

Wezareta Bergîriyê ya Kanadayê roja 6 vê mehê ragihandibû ku, çek, alavên leşkerî û rahênankirinê û alavên bizîşkiyê ji hêza Pêşmerge dişîne.

Kanada di çarçova Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de perwerde û rahênanê bi hêza Pêşmerge dike û çendîn car e jî çek û teqemeniyê pêşkêşî Pêşmerge dike.

Berî demekê, Wezîrê Bergîriyê yê Kanadyê John Foster bi parlementoya welatê xwe re ragihandibû, ku welatê wî piştî hewleke mezin karî baweriyê ji hikûmeta Bexdayê re çê bike, ku Kanada bi awayekî rasterast çek û teqemeniyê bigihîne Herêma Kurdistanê.

Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau meha Sibata 2016an de ragihandibû, ew amade ne rasterast hevkariya leşkerî bidin hêza Pêşmerge, lê ji ber ku Bexda razî nebû, ew plan hate ragirtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1338 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:52:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x