Kongresa Amerîkayê: Nabe piştevaniya wan rejîman bikin ku welatiyên xwe diçewisînin

50emîn Serokê Kongresa Amerîkayê Leroy Gingrich di çarçoveya Lûtkeya Azadiya Olî de ragihand, girîng e ku Kongres roleke bi bandor dilîze ji bo desteberkirina azadiya olî.

02.02.2023, Per - 06:54

Kongresa Amerîkayê: Nabe piştevaniya wan rejîman bikin ku welatiyên xwe diçewisînin
Nuçe Belav bike

50emîn Serokê Kongresa Amerîkayê Leroy Gingrich di çarçoveya Lûtkeya Azadiya Olî de ragihand, girîng e ku Kongres roleke bi bandor dilîze ji bo desteberkirina azadiya olî û nabe piştevaniya wan rejîman bikin ku welatiyên xwe diçewisînin.

Leroy Gingrich, 50emîn Serokê Kongresa Amerîkayê ji Kurdistan24ê re ragihand: “Ez di wê baweriyê de me ku ev yek girîng e ku Kongres roleke bi bandor dilîze ji bo desteberkirina azadiya olî û piştevaniya wan aliyên ku ji bo azadiya olî dixebitin.”

Gingrich destnîşan kir: “Ev yek jî girîng e ku Kongres tekezî li ser wê yekê bike ku hemû wan programên din ên têne dariştin, azadiya olî di naveroka wan de de hebe. Nabe em piştevaniya wan rejîman bikin ku welatiyên xwe diçewisînin

K24
Vî nûçeyê tevayî: 429 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:46:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x