Koşka Spî li ser petrola Kurdistanê daxuyanî da: Em dixebitin

Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Amerîkayê Jake Sullivan ragihand ku ew diyaloga avaker a di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêşwazî dikin.

19.09.2023, Sal - 18:46

Koşka Spî li ser petrola Kurdistanê daxuyanî da: Em dixebitin
Nuçe Belav bike

Herwiha Sullivan diyar kir ku ew bi aliyên pêwendîdar re dixebitin ku di demeke herî kin de boriya petrolê ya di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê de were vekirin.

Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Amerîkayê Jake Sullivan doh di daxuyaniyekê de got:

“Em diyaloga avaker a di navbera Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de pêşwazî dikin ku hefteya borî bi mebesta çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî bi şêweyekî li gorî destûra Îraqê pêk hat.”

Sullivan amaje bi wê yekê jî kir ku ew bi biryara Hikûmeta Îraqê ya dayîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê kêfxweş in.

Herwiha Jake Sullivan got ku ev biryar dê ji aramî û mezinbûna aboriyê re bibe alîkar.

Li ser vekirina boriya petrolê ya di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de wiha anî ziman:

“Amerîka dê bi hemû aliyên pêwendîdar re bi berdewamî bixebite ji bo boriya petrolê ya Îraq û Tirkiyeyê di demeke herî kin de bê vekirin.”

Jake Sullivan diyar kir ku dê Amerîka bi berdewamî piştgiriya Îraqeke aram û ewle bike.

Pirsgirêkên budce û petrolê

Dadgeha Navbeynkariyê ya Parîsê li ser serlêdana Îraqê, Adara 2023yan 1,5 milyar dolar ceza dabû Tirkiyeyê.

Piştî vê yekê hinartina petrola Kerkûk û Herêma Kurdistanê rawestiyabû.

Ji xeynî vê, piştî ku yasaya bûdceyê hat pesendkirin û di rojnameya fermî de hat belavkirin, Îraqê dahata petrolê û ya navxweyî wekî hincet nîşan dida û pişka bûdceya Herêma Kurdistanê nedişand.

Ji bo wê yekê jî hefteya borî şandeyeke Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî çûbû Bexdayê.

Şandeya Herêma Kurdistanê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Serokomarê Îraqê Letîf Reşîd, Serokê Parlamentoya Îraqê Mihemed Helbûsî û aliyên siyasî yên Îraqê civiyabû.

Encumena Wezîran a Îraqê ya bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî biryar da ku ji bo mehên Îlon, Çiriya Pêşîn û Çiriya Paşîn 2,1 trîlyon dînar ji Herêma Kurdistanê re were şandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 277 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:09:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x