Li Amerîkayê du êrîşên çekdarî: 6 kes hatin kuştin

Di du êrîşên cuda de li Alabama û Louisville yên Amerîkayê 6 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

17.04.2023, Pts - 07:25

Li Amerîkayê du êrîşên çekdarî: 6 kes hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Asayişa Alabamayê, şeva Şemiyê saet di 22.30’an de êrîşa çekdarî bo ser studyoyeke dansê hat kirin ku şahiya rojbûna ciwanekî têde dihat lidarxistin û di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 28 kes jî birîndar bûn.

Waliyê Alabamayê Kay Ivey têkildarî bûyerê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandiye: "Ez vê sibê bi gelê Dadeville û birayên xwe yên Alabama re şînê digirim. Cihê sûcê tundiyê li eyaleta me tune."

Îveyî da zanîn ku ew mijarê ji nêz ve dişopînin û lêkolînê li ser dikin.

Rayedaran heta niha ti daxuyanî nedane ka têkildarî êrîşa çekdarî ti kes hatiye desteserkirin an an.

Di êrîşa duyemîn de 2 mirî, 4 birîndar

Li gorî daxuyaniya Departmana Polîsê Louisville, şeva Şemiyê saet di 21.00’an de li Parka Chickasaw gule li xelkê hatiye reşandin.

Di encama êrîşê de 2 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.

Di derbarê wê yekê de hêj ti daxuyanî nehatine dayîn ka çend kesên êrîş pêk anîne. Li aliyekî din hat diyarkirin ku rewşa birîndarekî êrîşê giran e.

Alîkarê Serokê Departmana Polîsn Metroyê ya Louisville, Paul Humphrey diyar kiriye ku di dema êrîşê de bi sedan kes li parkê bûn.

Şaredar Craîg Greenberg, êrîşa çekdarî ya ku di 10'ê Nîsanê de li bajêr li bankayekê pêk hat bi bîr xist û got, "Ev hefte ji bo bajarê me trajediyek e ku nayê vegotin. Ev der ne bajarê me ye. Ev ne em in."

Di êrîşa çekdarî ya ku di 10ê nîsanê da li Lousvilleyê li Old National Bankê hat kirin de 5 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.

Êrîşkarê 25 salî Connor Sturgeon, di encama gulebarana polîsan de hat kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 365 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:36:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x