Serokê Kolombîya Juan Manuel Santos dîyar kir ku Hêzên Çekdar yên Şoreşger yên Kolombîya (FARC) çeken xwe yên talî jî radest kirine û şerê ku 52 sal dom kir, bi temamî bi dawî bûye.
Ser radestkirina çekên dawî li Fonseca ya li rojhilata Kolombîya merasîmek li dar ket. Santos, di axaftina xwe ya li merasîmê de da zanîn ku pevçûn bi temamî qedîyane.
Santos got. "Bi radestkirina hemî çekan jibo gele me qonaxeke nû destpê kir." Radestkirina çekan yek ji şertên di navbera rêxistin û hikûmetê de bû. Li gor medya Kolombîya 8122 çek û 1,300,000 gule hatin top kirin.
Santos bo pevajoya aştîya Kolombîya, Xelata Aştî ya Nobelê sitandibû.