Mesrur Barzanî bi Senator Chris Van Hollen re dicive

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Senator Chris Van Hollen re dicive, ew senator piştevaniya xwe ji bo ewlehî û seqamgiriya qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê tekez dike.

01.03.2024, Cum - 05:49

Mesrur Barzanî bi Senator Chris Van Hollen re dicive
Nuçe Belav bike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 29.02.2024) li Waşintonê bi Endamê Civata Pîran a Amerîkayê Senator Chris Van Hollen re civiya.

Senator Hollen amaje da ku Herêma Kurdistanê li deverê hevpeymaneke giring a Amerîkayê ye, herwesa piştevaniya xwe ji bo ewlehî û seqamgiriya qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê tekez kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî rêz û spasiyên xwe ji bo dostînî û arîkarî û piştevaniya Amerîkayê diyar kir, herwesa giringiya dabînkirina mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê û mafên pêkhatan û pêkvejiyana aştiyane tekez kirin û daxwaz kir ku Civaka Navdewletî rêyê nede ku mafên pêkhatên Kurdistanê bên binpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 177 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:02:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x