Pentagon: Em kuştina Fermandarê Wagnerê piştrast dikin

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) kuştina Fermandarê Grûpa Wagnerê Yevgeniy Prigojin piştrast dike.

25.08.2023, Cum - 06:03

Pentagon: Em kuştina Fermandarê Wagnerê piştrast dikin
Nuçe Belav bike

Îro Pêncşemê 24ê Tebaxa 2023an, Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, ew kuştina Fermandarê Grûpa Wagnerê Yevgeniy Prigojin piştrast dikin û destnîşan kir ku ew ji sedema têkçûna balafira Prigojin dilniya nînin.

Duh 23ê Tebaxa 2023an, ajansa nûçeyan a Rûsyayê TASS ragihand, li Tverê balafirek kete xwarê û Serokê Wagnerê Yevgeniy Prigojin jî tê de, 13 kesan canê xwe ji dest dan.

Wezareta Rewşa Awarte ya Rûsyayê ragihand, balafir ji Moskowê ber bi bajarê St. Petersburg difiriya û li nêzîkî gundê Kujînkîno ketiye xwarê û 10 rêwî û 3 kesên ji tîma balafirê tê de bûn, hemû canê xwe ji dest dane.

Şeva 23ê Hezîrana 2023an, Serokê Wagnerê Yevgeniy Prigojin li dijî artêşa Rûsyayê û hikûmeta Moskowê şer ragihand û hêzên wan çûne nav bajarê Rostovê yê li sînorê Rûsyayê û hemû binkeyên serbazî kontrol kirin.

Ew rewş negihişte 24 demjimêran û Ofîsa Serokê Belarusê ragihand, Grûpa Wagner razî bûye ku rewşê li Rûsyayê aram bike û çalakiyên xwe yên serbazî rawestîne.

Ji sala 2014an ve Wagner li seranserê cîhanê di gelek milmilaniyan de beşdar bû, bi taybetî li Sûriye û li gelek welatên Efrîqayê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 352 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:10:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x