Pentagonê Hêzên Iraqê hişyarkir

Li gorî daxûyaniya ku Wezareta Pêşmerge daye tê gotin Amerîkayê Hêzên Iraqê Başûrê Kerkûk û Bakûrê Musilê ku nêzikê eniya Pêşmergeyane hişyar kiriye.

13.10.2017, Cum - 04:20

Pentagonê Hêzên Iraqê hişyarkir
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn ragihand ku di derbarê van bûyeran de min li gel konsolê Amerîkî ya Hewlêr Ken Gross re hevdîtin pêk aniye.

Aliyê din Pentagonê ragihand, ku wan agahî li ser tevgera hêzên Iraqî heye û got, ew agahdarê wan liv û tevgeran in.

Berdevka Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Dana White îro di konfranseke rojnamevanî de li Waşingtonê di bersiva pirsyareke Tora Medyayî ya Rûdawê ya li ser tevgerên nû yên hêzên Iraqê li ser sînorê Kurdistanê ragihand, ku ew agahdarî tevgerên hêzên iraqî ne.

Dana White got: “Em dixwazin hêzên Iraqê armanca wan têkşikandina DAIŞê bike û fokusa wan li ser vê armancê be.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1029 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:10:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x