Dibe ku Amerîka çend tîmên şer bişîne Sûriyê
CNNê ragihand, ji bo lezkirina operasyona Sûriyeyê û bi taybetî ya Reqqayê ya li dijî DAIŞê, Pentagon dê planeke nû pêşkêşî birêveberiya nû ya Trump bike û dê bixwaze ku kurdên Sûriyeyê biçek bikin.
Pentagon kurdên HSDê yên kurd pêşengiya wan dikin, hêza tekane dihesibînin a ku bikare DAIŞê li paytexta wê ya De Facto Reqqayê têk bibin.
Planger û istixbarata leşkerî Amerîkayê hema hema hemû xetên balafiran û biçûktirîn hûrgiliyên wê li ser nexşeyan tomar kirine. Jixwe Amerîka niha jî balafirên xwe ji bo piştgiriya HSDê bi kar tîne.
Herwiha yek ji alternatîvan ew e ku bi sedan leşkerên amerîkî bişînin şerî ta ku Reqqayê bistînin lê CNNê diyar kir ku hejmara leşkeran girêdayî bipêşketina rahênan û çekdarkirina HSDê ye.
Li gorî raporta ku rojnamevanê Holendî Wladimir van Wilgenburg ji AraNewsê re amade kiriye, niha bêtirî 50 hezar şervanên HSDê hene ku 27 hezar ji wan kurd ên YPGê ne. 23 Hezar şervanên din bi piranî ereb in lê hinek kurd jî di nav wan de ne.
Ji aliyê din ve, raport derbarê şandina leşkerên amerîkî bo Sûriyeyê wiha dibêje: "Amerîka dikare çend tîmên şerî yên bi qasî lîwayekê bin, bişîne Sûriyeyê. Her tîmek ji wan dê ji 4.000 leşkeran pêk were.
Leşkerên amerîkî dê nekevin nava bajarê Reqqayê lê ew ê di dema lêdana balafiran de, rê û bajaran kontrol bikin. Hêjayî gotinê ye ku birêveberiya Trump ya biryara şandina leşkerên amerîkî bo Sûriyeyê, girêdayî biryara wî ye biçekkirina şervanên kurd e.
Rayedarên Pentagonê diyar dikin, gaveke wiha anku biçekkirina kurdan dê Tirkiyeyê aciz bike, ji ber ya dawî naxwaze kurd li Sûriyeyê, hêza xwe ya leşkerî zêde bikin.
Herwiha li gel ku Amerîka gelek caran teqez kiriye ku HSDê hevbendê wan e û HSDê bixwe jî berî demekê ragihand ku ew ne beşek ji PKKê ne jî, lê Tirkiye her wan wek beşeke PKKê bi nav dike.
CNN di raporta xwe de balê dikişîne ser wê yekê jî ku şervanên ereb tenê yên HSDê dê têkevin bajarê Reqqayê ku bajarekî piraniya niştîcihên wê ereb in.