Pentagonê ji bo ku êrîşî Rojavayê Kurdistanê neke careke din hişyarî da Tirkiyê

Berdevkê Pentagonê Patrick S. Ryder got, “Wezîrê Berevaniyê Austin, peyama dijayetîkirina wezaretê beramberî egera her êrîşeke bejahî li ser bakurê Sûriyê gihand. Careke din em dibêjin fokusa me li vir ew e armanca me bê asteng berdewam bibe, ew jî lawazkirin û şikestina DAIŞê ye, herwiha rêgiriye li çêbûna ne aramiyê li wê navçeyê.”

03.12.2022, Cts - 08:29

Pentagonê ji bo ku êrîşî Rojavayê Kurdistanê neke careke din hişyarî da Tirkiyê
Nuçe Belav bike

Ji 20 Mijdarê ve Tirkiye deverên sînorî yên Rojavayê Kurdistanê bombebaran û topbaran dike. Ji ber wan êrîşan bi dehan kesan canê xwe ji dest dane û gelek cihên xizmetguzariyê ziyan dîtin. Rayedarên Tirkiyê dibêjin ku ew ê operasyonên xwe li dijî Rojavayê Kurdistanê berdewam bikin lê Amerîka û çend welatên Ewropayê dijayetiya vê yekê dikin. Careke din Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê li hember êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê nerazîbûna xwe ragihand.

Generalekî Amerîkî dibêje ku êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakurê Sûriyê dibe sedem ku DAIŞ careke din zindî bibe.

Êrîşa asmanî ya Tirkiyê li ser bajarokê Til Rifetê yê bakurê Sûriyê. Êrîşeke bi gotina Tirkiyê dibe ku êrîşa bejahî jî li pey wê bê lê Amerîka di vê derbarê de hişyarî da.

Berdevkê Pentagonê Patrick S. Ryder got, “Wezîrê Berevaniyê Austin, peyama dijayetîkirina wezaretê beramberî egera her êrîşeke bejahî li ser bakurê Sûriyê gihand. Careke din em dibêjin fokusa me li vir ew e armanca me bê asteng berdewam bibe, ew jî lawazkirin û şikestina DAIŞê ye, herwiha rêgiriye li çêbûna ne aramiyê li wê navçeyê.”

Hefteya borî, Serokkomarê Tirkiyê gefa operasyona bejayî li ser navçeyên Til Rifat, Minbic û Kobanî li bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê xwar ku hemû di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ne. Di vê operasyonê de, Tirkiye dixwaze bi dirêjahiya sînorê xwe li gel Sûriyê, bi kûrahiya 30 kîlometre biçe pêş lê Pentagon naxwaze bi vê pêngavê Enqere DAIŞê careke din zindî bike.

Berdevkê Pentagonê Patrick S. Ryder anî ziman, “Em itîrafê bi dilgiraniyên emnî yên rewa yên Tirkiye dikin, dema behs tê ser parastina xelkê wê li nav sînorên wê, û berdewam jî dibin hevahengiyê li gel Tirkiye bikin, û hevahengiyê û kar jî li gel HSDê bikin. Dizanim jî ku serbazên Amerîkayê selametin û em hêvîdar in jî wiha bimîne, lê ev jî wê girêngiyê xurt dike daku armanca girîng berdewam bibe, ew jî jinavbirina DAIŞê ye.”

Roja 20ê Mijdarê, artêşa Tirkiyê êrîşeke berfireh a esmanî li ser çend navçeyên Rojavayê Kurdistanê dest pê kiribû. Rêveberiya Xweser eşkere kir ku di encama êrîşên Tirkiyê de 59 kesan canê xwe ji dest dane, 16 ji wan sivîl bûn, li gel 19 şervanên HSDê û 24 serbazên artêşa Sûriyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 210 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:20:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x