Pentagonê ji bo Rojavayê Kurdistanê bang li Tirkiyê kir

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê bang li Enqerê kir ku dest ji operasyona bejayî ya li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê berde.

30.11.2022, Çar - 05:42

Pentagonê ji bo Rojavayê Kurdistanê bang li Tirkiyê kir
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê General Patrick S. Ryder di peyama xwe de diyar kir ku ev operasyon dikare destkeftiyên di şerê li dijî DEAŞê de bi dest ketine têk bibe.

Patrick Ryder got, “Berdewamiya şer, bi taybetî êrîşa bejayî, dê destkeftiyên ku di şerê li dijî DAIŞê de bi dijwarî bi dest ketine, lawaz bike û aramiya herêmê têk bibe.”

Ryder dubare kir ku ew rewabûna daxwazên ewlehiyê yên Enqereyê qebûl dikin, lê ji bo operasyonên bejayî "banga ragirtinê" dubare dikin.

Ryder got ku leşkerên Amerîkî yên li bakurê rojhilatê Sûriyê bi cih bûne jî dewriyeyên xwe yên hevbeş ligel hevalbendên xwe yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kêm kirine. “Ji ber ku em van bi hevkariya HSDê dikin û wê dewriyeyên HSDê kêm kiriye.”

Nêzîkî 900 leşkerên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê hene.

Tirkiyê ji 20ê Mijdara 2022an ve operasyoneke nû bi navê “Operasyona Pence-Şûr” bi êrîşên esmanî û topxaneyan li dijî Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan heftiya bihorî di daxuyaniyekê de gotibû, di demeke guncaw de ew dê operasyona bejayî jî dest pê bikin.

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Ibrahîm Kalin jî duh got, operasyona bejayî ya Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê di her demekê de dikare dest pê bike û tekez kir, artêşa Tirkiyê şiyan û qabiliyeta wê yekê heye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 236 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:17:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x