Bi ser êrişa bi mûşekî ya Amerîkayê ya li hember Firokexaneya Şûeyrat a Sûriyê re 3 hefte derbas bûn. Di vê heyamê de pirsa sewreke ev bûye; gelo dê pêngava pişt vê ya rêveberiya Amerîkayê çi be, di stratejiya Sûriyê de dê çi guhertin çêbibin.
Peymangeha Rojhilata Navîn (MEI) a Amerîkayê ji bo bersiva van pirsan raporeke pêşniyaran pêşkeşî Komîsyona Siyaseta Derve ya Civata Pîrên Amerîkayê kiriye. MEI dibêje divê Amerîka ji bo kontrolkirina Reqayê lezê neke û herwiha di navbera Tirkiye û PKKê de jî agirbestê sazbike.
Êrîşa Şûeyratê di cîh de bû
Rapora Peymangeha Rojhilata Navîn (MEI) di destpêkê de tekez dike, ku êrîşa li hember Firokexaneya Leşkerî ya Şûyretê di cîh de û pêwîst bû. Ev êrîş bersiveke tund bû ji bo “tawanên şer” ên Esed.
Di raporê de tê gotin, êrîşa bi çekên kîmyeyî ya rejîma Sûriyê ya li ser Xan Şeyxûnê ev yek selmand, ku rêkeftina jinavbirina çekên kîmyeyî yên hikûmeta Sûriyê ya sala 2013ê, tenê xapandin bûye. Ev yek di demekê de ye, ku li gorî zanyariyên îstîxbarata Îsraîlê, di destê hikûmeta Sûriyê de 3 ton Gaza Sarîn heye, ev jî têra kuştina bi hezaran sivîlan dike.
Peymangeha Rojhilata Navîn (MEI) dibêje, “Siyaseta rêveberiya Obama ya 5 salên derbasbûyî, liser lihev nêzîkkirina aliyên nakok bûye. Rêveberiya Obama xwestiye bi diyalogê bawerî û aramiyê bîne Sûriyê. Lê encama vê siyasetê nekariye pêşiya kuştina nîv milyon kesan û herwiha koçberbûna 11.5 milyon hemwelatiyên Sûriyê. Herwiha krîza Sûriyê rê ji DAIŞê re vekir da ku xelîfetiya xwe ragihîne, El Qaîdeyê jî karî piştgiriya xwe ya di nav gelê Sûriyê de zêde bike. Ji bilî vê yekê, şerê navxwe yê Sûriyê bûye sedem, ku Supaya Pasdarên Îranê bibe hêzeke prosefyonel û li hemû herêmên Sûriyê bandora xwe xurt bike.”
Mayîna Esed ne çareserî ye
Di beşekê din ê rapora Peymangeha Rojhilata Navîn (MEI) de tê gotin, ku bi tevê hemû aloziyên li Sûriyê, ev yek eşkere bûye, Esed û rejîma wî nikarin paşerojeke baş û bi hêvî pêşkeşî gelên Sûriyê bikin. Çimkî Esed di sala 2001ê de xwe ji çaksaziyan dûr xist, herwiha jiber dedbîrên tund ên leşkerî yên hikûmeta Esed Sûriye kete nav vê rewşê.
Di raporê de tê gotin, ku di 6 salên derbasbûyî de Amerîkayê ji bo çareseriyeke bingehîn ti tiştek nekiriye, her ev helwest bûye sedem, ku Rûsyayê han bide da raste rast beşdarî şerê navxwe yê Sûriyê bibe.
Îran pirsgirêk e
Peymangeha Rojhilata Navîn (MEI) pêşniyar dike, ji bo li Sûriyê aramî pêk were pêwîste Amerîka helwesteke bihêz werbigre, êrîşên leşkerî yên bihêz pêk bîne û dîplomasiyeke berfireh û bi bandor bike.
Rapor dibêje; “Êrîşa ser baregaha Şûeyratê selmand, ku azadiya çalakiyên Amerîkayê yên li Sûriyê pir zêdetir e ya rêveberiya Obama hizir dikir. Çimkî di dema êrîşê de Rûsyayê nekarî tiliya xwe bilivîne. Ligel rûsan Sûriye mijareke danûstandinê ye, pir hêsane danûstaninên xwe ligorî berjewendî û rewangeha xwe bike. Herwiha rûs baş dizanin eger Esed parastî be, zêde guh nade biryarên Moskowê.”
Rapora MEI amaje bi wê yekê dike, ku Îran li hember pêşkeftina Sûriyê astengiyeke mezin e. Ji bo Îranê man û nemana Esed tenê bi beşeke stratejiya Îranê ya li herêmê ve eleqeder e.
Pirsgirêka Tirkiye û YPG
Peymangeha Rojhilata Navîn (MEI) destnîşan dike, ku ji bo parastina berjewendiyên Amerîkayê yên demdirêj û demkurtî tenê şerê terorîzmê ne bes e. Herwiha divê ev şer di çarçoveya stratejiyeke berfereh de were kirin, derencamên krîza Sûriyê û şerê terorê baş werin hesab kirin.
Di raporê de tê diyarkirin; “Şerê li dijî DAIŞê ya li Sûriyê encamên berçva derxistine holê. Lê stratejiya Amerîkayê dibe sedema hinek encamên bi ziyan jî. Gefa herî mezin jî di plana girtina Reqayê û beşdarkirina hêzan di vê operasyonê de ye. Di nav salekê de Amerîkayê xwestiye ligel YPG û hêzên nêzîkî wî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk kar bike. Ev pêgeha ku Amerîkayê daye YPG û PYDê, di têkîliyên Tirkiye û Amerîkayê de bûye sedema pirsgirêkan.”
Rapor dibêje, “Di rapora salane ya Navenda Dijî Terora Amerîkayê ya sala 2014ê de PYD weke şaxê PKKÊ yê Sûriyê hatiye naskirin. Lê di raporên sala 2015 û 2016ê de ev xal hatiye jêbirin.”
Şirovekarên Peymangeha Rojhilata Navîn (MEI) pêşniyar dikin; “Pêwîst nake Amerîka ji bo kontrolkirina Reqayê lezê bike. Çimkî ev tenê hinek destkeftên demkurtî dide Amerîkayê. Lê di demdirêjiyê de derfetê didi propagandaya îdeolojiya DAIŞê. Lewma divê Amerîka nifûz û bandora xwe ya li Tirkiyê bikar bîne ji bo agirbestekê di navbera Tirkiye û PKKê de pêk bîne. Ev yek jî pozberî û milmilaneya Tirkiye û YPGê ya liser sînorên Sûriyê kêmtir dike.”
Navçeyên aram
Diraporê de hatiye gotin, ti hêviyek nîne, ku ji bo krîza Sûriyê çareseriyeke lezgîn were vedîtin. Lewma çareseriya herî baş çêkirina hinek navçeyên aram e, ku bi vî awayî hêzên Sûriyeyî yan yên derve dikarin pevçûnan bidawî bikin.
Peymangeha Rojhilata Navîn (MEI) pêşniyara 5 navçeyên aram dike:
Yekemîn: Navçeya ewle ya bakûrê Helebê, di bin çavdêriya kontrola Tirkiyê de be.
Duyemîn: Navçeya ewle ya bakûrê Idlibê, di bin çavdêriya kontrola Tirkiyê de be.
Sêyemîn: Navçeya ewle ya bakûrê rojhilatê Sûriyê di bin çavdêrî û kontrola HSD-YPGê de be.
Çaremîn: Navçeya ewle ya başûr û başûrê rojavayê Sûriyê, di bin çavdêrî û kontrola Urdin û îsraîlê de be.
Pêncemîn: Navçeya ewle rojhilatê Sûriyê