Plana Amerîka û Fransayê bo YPGê

Li gorî hin zanyariyan, Amerîka û Fransa li ser pêşeroja Sûriyê rêkevtinek kirine. Berpisekî pilebilind ê hikûmeta Fransayê ragihandiye, ku Parîs û Washington li hev kirine, ku rola YPGê kêm bikin, yekîtiya axa Sûriyê biparêzin, lê belê li Sûriyê modêleke weke Bosnya were rojevê û çend statu di nav Sûriyê de hebin.

06.02.2017, Pts - 06:50

Plana Amerîka û Fransayê bo YPGê
Nuçe Belav bike

Rêveberiya Donald Trump dixwaze rol û bandora YPGê di nava hêzên Sûriyeya Demokratîk de kêm bike û hêzên erebî di nav wan de serdest bike.

Berpirsekî pilebilind ê Fransî ku li Washington li gel hin berpirsên Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê civiyaye aşkera kiriye, ku Amerîka dixwaze alîkariyên xwe ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) zêde bike.

Berpirsê Fransî ji Rojnameya Alhayat a Erebî re daye zanîn ku Amerîka dixwaze hejmara hêzên Ereb di nava HSD de zêde bike, da ku Kurd êdî di nav wan hêzan de ne serdest bin.

Li gorî berpirsê fransî, ewlewiyeta Amerîkayê li Sûriyê ji nav birina DAIŞê û kêmkirina bandora Îranê û derxistina milîsên Hizbullah a Lubananê û milîsên şîe yên ser bi Îranê ve di nav xaka Sûriyê de ye.

Li gorî gotina heman berpirsî, Amerîka amade ye diyalogê ligel Rûsya û hikûmeta Sûriyê jî bike, lê ewlewiyeta wê kêmkirina bandora Îranê, Hizbullah û milîsên Şîe li Sûriyê ye.

Bi gotina berpirsê fransî ew yek guhertinekê e di siyaseta Amerîkayê de, çimku Serokê Berê yê Amerîkayê Barack Obama amade bû rêkevtinekê ligel Rûsya bike, ku li gorî wê bandora Îranê di Sûriyê de bimîne, lê Trump berovajî vê yekê, dixwaze bandora Îranê li Sûriyê ji nav bibe.

Di berdewamiya axavtinên xwe de, berpirsê fransî aşkere kiriye, ku Amerîka dixwaze, piştî kontrolkirina Reqayê, hevtêgihiştinekê derbarê Dêrazorê de, ligel Rûsya û hikûmeta Sûriyê encam bide.

Berpirsê Fransî tekez jî kiriyem ku welatê wî û Amerîka hevra ne ku rejîma Sûriyê pirr lawaz e û êdî nikare tevahiya Sûriyê kontrol bike, lewma jî Amerîka û Fransa dixwazin ku Sûriyê, weke nimûneyê Bosnya, yekparçe bimîne, lê di nav de çend kiyan hebin.

Bosnya û Herzegovina welatekî ewropî ye ku li nîmçegirava Balkanê ye û bi şêweyê federasyon tê birêvebirin. Li wî welatî, netewên Boşnak, Kurwat û Sirb rêveberiyên xwe yên herêmî hene û serokatiya welat jî ji aliyê encumeneke serokatiyê ve tê birêvebirin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1309 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:32:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x