Profesoreke Amerîkî: Dewleta Kurdistanê di berjewendiya Amerîka de ye!

Profesoreke asayîşa netewî yê Amerîkayê ragehand, avabûna dewleta Kurdistanê di berjewendiya Amerîkayê de ye.

08.02.2017, Çar - 10:16

Profesoreke Amerîkî: Dewleta Kurdistanê di berjewendiya Amerîka de ye!
Nuçe Belav bike

Rêveberê peymanegeha asayîşa netewî û pisporê terorê li zankoya William Banks di hevpeyvîneke li gel kovara Gulan de ragehand, projeya cîgirê serokê berê yê Amerîkayê Joe Biden bo Iraqê de cudayiyên navçeyî yên Iraqê li berçav girtibû.

Profesor William Banks piştgiriya xwe bo projeya dabeşkirina Iraqê aşkera dike û li gor wî avabûna dewleta serbixwe ya Kurdistanê di xizmeta berjewendiyên Amerîka ya li rojhilata navîn de ye.

Joe Biden di sala 2004ê de projeyek bo dabeşkirina Iraqê ya sê herêmên federal li ser bingehê netewî û tayfeyî pêşkeş kir, ku berpirsên Iraqê bi tundî red kirin û berpirsên Kurdistana başûr jî pêşwazî lê kiribûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 963 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:48:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x