Qetar ji Amerîkayê bi 12 milyar dolarî balafirên şer standin

Qetara ku di nava krîza kendavê de cih digire û gelek dewletên erebî mueyîde danine ser ji Amerikayê bi 12 milyar dolarî balafirên şer distîne.

15.06.2017, Per - 03:58

Qetar ji Amerîkayê bi 12 milyar dolarî balafirên şer standin
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin ku Qetar bi buhayê 12 milyar dolarî balafirên şer ên F15 distîne û ji bo vê peyman bi Amerîkayê re îmze kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastin a Qetarê ku di ajansa fermî ya dewletê de cih girtiye, Qetar ji bo standina balafirên şer ên F15 bi buhayê 12 milyar dolarî bi Amerîkayê re peyman îmze kir.

Ji bo merasîma îmzeyê Wezîrê Parastin ê Qetarê Xalid bin Muhammed el-Atiye îro li Washîngtonê bi Wezîrê Parastin ê Amerîkayê Jim Mattis re hevdîtinekê pêk tîne.

Qetarê sala borî jî bi 21 milyar dolarî ji Amerîkayê balafirên F15 standibûn û kongreyê jî firotina çekan ji bo Qetarê pejirandibû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1196 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:19:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x