Li gorî nûçeya Deutsche Welle ya Tirkî de hatiye weşandin, Berdevkê QSDê Telal Silo di hevpeyvîna xwe ya ajansa Reutersê de got: "Amerîka stratejiyeke siyasî ya deh salane dimeşîne. Wê di navbera rêvebiriya Rojava û Amerîkayê de peymanên ekonomîk, siyasî û leşkerî werin kirin. Amerîka wê demeke dirêj li Rojava bimîne."
Telal Silo di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: "Piştî berterefkirina rêxistina terorîst a DAIŞê, ji bo berjewendiyên stratejîk ên herêmî dê Amerîka li herêmê bimîne. Amerîka niha dixwaz li Rojava baregeheke ku alternatîfa Încîrlîkê be ava bike. Ne ji bo ku me tenê bihêlin vê alîkariyê dikin. Amerîka bêsebeb van alîkariyan nake."