Şandeyeke Amerîkî ji bo diyaloga Iraq û Kurdistanê gihişt Bexdayê

Şêwirmendê berê Besam Huseyinî îro ragihand ku şandeyeke amerîkî gihişt Bexdayê daku rewşa Iraqê bi taybetî û ya herêmî bi giştî gotûbêj bike.

13.10.2017, Cum - 09:55

Şandeyeke Amerîkî ji bo diyaloga Iraq û Kurdistanê gihişt Bexdayê
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeyên medyaya iraqî, El Huseyinî gotiye, "şandeya amerîkî duh gihişt Bexdayê daku rewşa iraqê û ya herêmî gotûbêj bike" û destnîşan kir ku şande ji pisporên amerkî pêk tê daku çarenûsa Iqeyrana navbera Bexda û Hewlêrê gotûbêj bikin.

El Huseyinî wiha dewam kir: "ev jî di çarçoveya wan xebatan de ye daku nerîneke zelaltir li ser rewşa Iraqê û agahiyan derbarê siberoja Iraqê li Rojhilata Navîn û cîhanê de bidin navendên lêkolîn amerîkî yên jeopolîtîk".

Herwiha rewşa Îranê jî dê di nav mijarên gotûbêjkirinê de be ku tê pêşbînkirina Serokê Amerîkayê Donanld Trump derbarê wê de daxuyaniyekê bide.

Hêjayî gotinê ye ku ev şande ji pisporên siyasî yên navendên ramanê yên amerîkî pêk tê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 794 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:53:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x