Senatorê Amerîkî: Divê Tirkiye F-16an li dijî HSDê bikar neyne

Senatorê Amerîkî Chris van Hollen diyar kir ku di derbarê F-16ên ku ji Tirkiyeyê re bên firotin de divê hin şert ji Enqereyê re bên pêşkêşkirin û got “Bi baweriya min divê bikaranîna F-16an ji bo êrîşkirina li ser hevalbendên me yên Kurdên Sûrî yên ku di şerê li dijî DAIŞê de girîng in, bê qedexekirin.”

14.09.2022, Çar - 05:06

Senatorê Amerîkî: Divê Tirkiye F-16an li dijî HSDê bikar neyne
Nuçe Belav bike

Senatorê Amerîkî yê Partiya Demokrat û endamê Komîteya Peywendiyê Derve Chris van Hollen, di hevpeyvîna ku da çapemeniya Yewnanîstanê de der barê firotina F-16an a ji bo Tirkiyeyê de daxuyaniyên girîng dan.

Van Hollen tekez kir ku divê Amerîka şertên nû ji bo balafirên F-16 pêşkêş bike. Hollen ji ber krîza li Egeyê peyama "Em bi Yunanistanê re ne" da.

Hollen bi rojnameya Kathimerini ya Yunanî re hevpeyvînek kir. Hollen di hevpeyvînê de got ku Tirkiye di nava NATOyê de "hevalbendeke bêbawer" e û ji ber vê yekê ji bernameya balafirên şer ên F-35 hatiye derxistin.

Hollen diyar kir ku Kongreya Amerîkayê piştî kirîna sîstema S-400ên Rûsyayê, firotina F-35an ji bo Tirkiyeyê red kiriye û wiha berdewam kir “Ez yek ji wan kesan bûm ku pêşî li vê firotanê girt û di vê pêvajoyê de min rolek aktîf wergirt. Ev firotin, di nav mijarên din de, îspat kir ku Tirkiye hevalbendekî nakokî ya NATOyê ye û derxistina wê ji bernameya F-35an rewa bû.”

Senatorê Amerîkî her wiha amaje bi wê yekê kir ku firotina îhtîmala firokeyên F-16 bo Tirkiyê yan jî nûjenkirina fîloya wê ya heyî divê di bin hin mercan de be.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 293 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:33:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x