Senetorên Amerîkî: Divê Amerîka bo parastina Kurdan çi pêwîst e bike

Hejmarek endamên Kongrêsa Amerîkayê li Encûmena Nûneran û Senatoya piştgiriya xwe ya ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê dubare kirin û diyar kirin ku divê welatê wan alîkariya Kurdan bike.

06.12.2022, Sal - 18:32

Senetorên Amerîkî: Divê Amerîka bo parastina Kurdan çi pêwîst e bike
Nuçe Belav bike

Ev piştgirî di demekê de ye ku piştî canjidestdana Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanan dest pê kirine û li deverên din ên Îranê belav bûne. Herwiha Rojavayê Kurdistanê jî di çarçoveya operasyoneke çaverêkirî ya Tirkiyê de ye û berdewam gefên êrişan li ser wê parçeya Kurdistanê tê xwarin.

Peyamnêrê Rûdawê li Washington Diyar Kurde xwe gihande endamên Kongrêsa Amerîka, xwest bizanibe ka li ser gefên Tirkiyê li dijî Kobanî, Til Rifet û Minbicê çi difikirin.

Endamê Encûmena Nûneran a Amerîkayê Gerard P. Conley ku li ser pişka Demokrata ye têkildarî pirsa Kurd ji Rûdawê re got: “Mixabin ev rastî heye ku Kurd demeke dirêj bûne hedefa rejîmên zalim. Ji bo parastina kurdan li Iraq, Sûriye û Îranê pêwîst e Amerîka her tiştî bike.”

Senatorê Amerîkayê yê li ser pişka Demokratan Peter Francis Welchjî rewşa Kurdên Rojhilat û Rojava nirxand û got: “Ez di wê baweriyê de me ku divê em ji bo gelên ku li Îran û Sûriyê bi lehengî şer dikin, her tişt bikin. Ew bi rastî wêrek in."

“Divê Amerîka pişta xwe nede hevpeymanên xwe”

Roja Yekşemê 4ê Kanûna 2022an, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî gotarek bi navnîşanê “Em Hevpeymanê Herî Dilsoz ê Amerîkayê ne; Me Jibîr nekin” di Rojnameya Washington Post a Amerîkayê de belav kiribû û û gotibû hemû destkeftên di çarçoveya karê hevbeş ê HSDê û Hevpeymaniya Navdewletî de bo Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hatine bidestxistin, ji ber êrîşên Tirkiyê gef li ser wan e. Her wiha daxwazê ji civaka navdewletî dike ku “yekser gavên konkrêtî biavêje” bo rêgirtin li êrîşa Tirkiyê û pêşdebirina çareseriya siyasî bo pirsa Kurd. Mazlûm Ebdî her wiha anî ziman, “Em li Sûriyê hevpeymanê herî dilsoz ê Amerîkayê ne.”

Derbarê vê mijarê de Gerard P. Conley got: “Nabe ew bijareya Amerîkayê be ku pişta xwe bide hevalbendên xwe yên li Sûriyê.”

“Li herêmê Kurd li dijî DAIŞê derketin”

Conley amaje bi wê yekê kir ku ew ji helwesta Erdogan a li hemberî kurdan dilgiran in û got: “Ez dilgiran im ku Erdogan ji hemû Kurdan re, bi taybetî hêzên Kurd yên şerker re dibêje terorîst. Di rastiyê de, dema ku Amerîka li herêmê ti hevalbendên wê tune bûn, Kurd li bakurê Sûriyê tekane grûpa amade bûn ku li dijî DAIŞê bisekinin û bi awayekî çalak têk bibin.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di van demên dawî gefa operasyoneke bejayî ya li dijî Rojavayê Kurdistanê dubare dike. Erdogan 3ê vê mehê li Rihayê gotibû: “Em dê ji biryara avakirina herêmeke ewle ya bi kûrahiya 30 kîlometreyan li başûrê welatê xwe gavekê jî paşve navêjin.” Erdogan her îro jî got: “Niha hinek derketine û dibêjin, hûn nikarin wiha li Kobanî bikin û nizanim çi. Kobanî xilas bûye. Em çi nakin. Li Idlib, li Kobanî û li van hemû cihan çi tedbîrek pêwîstî hebe em herdemekê werdigirin, me wergirtine û em dê ji niha û şûnde jî werbigirin. Ji dostên xwe yên terorîst re bibêjin, Tirkiye êdî bo wan ne cihekî bi bereket e. Dema hewl dan bikevin vê derê dê bixeniqin.

“Nifşê nû dixwazin ji polîsên exlaqê xilas bibin”

Jîna Emînî ya 22 salî û xelka Seqizê êvara roja Sêşembê 13ê Îlona 2022 li stasyona Heqanî ya metroya Îranê ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Tehranê ve bi hinceta pabendnebûna bi hicaba îsalmî hatibû desteserkirin û paşê bo girtîgeheke polîsan li cadeya Wezîran a Tehranê hatibû şandin.

Jîna Emînî roja 16ê Îlonê piştî ku sê rojan li Nexweşxaneya Kesra ya Tehranê ma, û di demekê de ku di komayê de bû û mejiyê wê rawestiyabû, canê xwe ji dest dabû.

Bûyera ku li Tehranê bi serê Jîna Emînî de hat, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, herwiha li parçeyên din ên Kurdistanê û tevahiya cîhanê deng veda û gelek bertek û nerazîbûn li pey xwe anîn û ji wê demê ve li Rojavayê Kurdistanê û Îranê xwepêşandan berdewam in.

Francis Welch ji bo xwepêşanderên Rojhilatê Kurdistanê got, "Ew mirovên wêrek û berxwedêr in".

Serdozgerê Giştî yê Îranê Mihemed Ceifer Muntezerî îro ragihand ku polîsên exlaqê hatine rakirin. Conley derbarê vê yekê de got: “Dem hatiye ku Îran ber bi azadiyê ve biçe û azadî û demokrasiyê ava bike. Bi taybetî jî nifşên ciwan ên li welat dixwazin ji polîsên exlaqê rizgar bibin.”

Conley her wiha diyar kir ku xwepêşander dixwazin bi azadî bijîn bêyî tedbîrên zordar û olî yên ku rejîmê di sala 1979an de li ser wan sepandibû.

“Armanca Îranê guhertina rojevê ye”

Conley tekez kir ku armanca Îranê guhertina rojeva rastîn e û got: “Rêvebiriya Îranê dixwaze piraniya xelkê Îranê, bi taybetî jî ciwanan, ji pirsgirêkên rastî ku jê bi fikarin dûr bixe.”

Endama Encûmena Nûneran Madeleine Dean li ser Rojhilat û jinên xwenîşander li Îranê axivî û got: “Ez hêvî dikim bi cesaret û têkoşîna xwe mafên xwe yên wekheviyê bidest bixin. Amerîka piştgiriyê dide wan.”

Dean diyar kir ku li Îranê jin ne xwediyê tu mafan in û got: “Ez weke endamekî kongreyê, ji bo ravekirina rewşa jinan a li Îranê û bidestxistina mafên wan, bi hemû hêza xwe dê kar bikim.”

“Em dê li zextê li rêveberiya Biden bikin”

Dean diyar kir ku ew dê derbarê mijara Îranê de zextê li rêveberiya Biden bikin û wiha axivî: “Divê em vê yekê bi berfirehî bikin ji ber ku ew pirsgirêkek mirovî ye, ne pirsgirêkek Demokrat an Komarparêz e.”

"473 kes hatin kuştin"

Li gorî amarên Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA), li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 473 kes hatine kuştin, ji destpêka xwepêşandanan heta niha 18 hezar û 215 kes hatine girtin.

Heta niha li 159 parêzgeh û navçeyên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandan hatine lidarxistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 286 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:52:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x