Serokê Amerîkayê pîrozbahî li Erdogan kir

Serokê Amerîkayê Joe Biden di peyamekê de hilbijartina Recep Tayyip Erdogan wek Serokkomarê Tirkiyê pîroz kir.

29.05.2023, Pts - 08:17

Serokê Amerîkayê pîrozbahî li Erdogan kir
Nuçe Belav bike

Ji ber ku di gera yekem a hilbijartinan de ku roja 14ê Gulanê hat lidarxistin, ti berbijêrekî nekarî piraniya 50+1 a dengan misoger bike, roja 28ê Gulanê gera duyem a hilbijartina serokkomariyê li Tirkiyê hat lidarxistin.

Li gor daxuyaniya Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) Ahmet Yener, berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan serkeftin misoger kiriye û careke din wek Serokkomarê Tirkiyê hatiye hilbijartin.

Li gor encamên destpêkê yên ku YSKê ragihandine, di gera duyem a hilbijartinê de Erdogan ji sedî 52,14ê dengan û Kiliçdaroglu jî ji sedî 47,86 dengan wergirtine.

Ji ber serkeftina Erdogan di hilbijartina serokomariyê de, lîderên cîhanê peyamên pîrozbahiyê arasteyî wî dikin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî di peyamekê de serkeftina di hilbijartinan de li Erdogan pîroz kir.

Joe Biden di peyama xwe de wiha dibêje: “Dubare hilbijartina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan pîroz dikim. Ez li bendê me ku wekî Hevalbendên NATOyê li ser mijarên dualî û pirsgirêkên hevpar ên gerdûnî bi hev re bixebitin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 167 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:21:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x