Nûnerê Trump, Steve Witkoff ku di heman demê de nûnerê Amerîkayê ye ji bo kar û barên Rojhilata Navîn e ragihand ku eger dan û standinên atomî yên roja yekşemê bi Îranê re berhemdar nebin hingê Washington dê dev ji dan û standinan berde û rêyeke din hilbijêre.
Steve Witkoff ku di danûstandinên atomî de serkêşiya şandeya Amerîkayê dike, ji malpera Breitbart News re diyar kir ku Hikûmeta Îranê jê re ragihandiye ku naxwaze çekên wan ên atomî hebin.
Îran û Amerîka piştrastkirin ku roja yekşemê li Umanê çaremin gera dan û standinên atomî dikin. ş
Şandeyên her du welatan 2 carên din li Umanê û carekê jî li Romayê dan û standin kiribûn.
Donald Trump ragihandiye, eger Îran bi peymanê bernameya xwe ya atomî sînordar neke, hingê dê êrişî ser bike.
“Nabe bombeyên Îranê yên atomî hebin”
Witkoff li ser şert û mercên Amerîkayê dibêje, "Me helwesta xwe eşkere kiriye. Nabe Îran bombên [atomî] hebe.
Wan jî di bersivê de ragihandiye ku naxwazin. Ji ber vê yekê, em ji bo armanca vê dan û standinê, gotina wan wekî rast werdigirin û wisa datînin ku ev ramanên wan ên rastîn e.
Eger bi rastî wiha be, hingê divê dezgehên dewlemendkirina ûranyomê bên hilweşandin. Nabe amûrên wan ên santrifûjî hebin."
Witkoff amaje bi wê yekê dike ku divê Îran hemû ûranyoma ku heta niha dewlemendkiriye, kêm bike û bişîne cihekî dûr û bernameya xwe ya atomî biguherîne wê bike bernameyeke sivîl.
Welatên rojavayî ji Îranê guman dikin û têgihiştina wan ew e ku bi hinceta avakirina kareba, mijûlî pêşxistina bombên atomî ye lê Tehran berdewam vê tawane red dike û tekez dike ku armanca bernameya wê ya atomî, tenê avakirina kareba û lêkolînên bijîşkî ye.
Nûnerê Donald Trump li ser bernameya Îranê ya atomî dibêje; “Niha wan kûreyeke navokî ya sivîl li Îranê heye ku jê re dibêjin Bûşehr.
Ti şiyana dewlemendkirinê li wê derê tune. Eger dixwazin ku em ji bi gotinên wan bawer bikin, çima hemû dezgehên xwe yên din jî nakin wekî Bûşehrê? Li Bûşehrê ti şiyana dewlemendkirinê tune, ti amûrên santrifûjî nînin.
Tenê dikarin wê dezgehê ji bo armancên sivîl bi kar bînin, ji bo avakirina kareba û tiştên wisa.
Nabe ku careke din bernameyeke dewlemendkirinê li Îranê hebe. Ev xeta me ya sor e.
Divê ti dewlemendkirin nebe. Ev tê wateya hilweşandinê, tê wateya ku nabe bi ti awayî bibe çek. Tê wateya ku Netenz, Fordo û Îsfahan ku ev her sê dezgehên dewlemendkirina wan in, divê bên hilweşandin."
“Îran di rewşeke lawaz de ye”
Di bersiva pirsekê de ku gelo peymana paşerojê bi Îraniyan re dê wekî rêkeftina sala 2015an be yan dê peymaneke xurttir be?
Witkoff got,” Îranî niha di rewşeke lawaztir de ne bi berawirdkirin bi 10 salan û Washington bi peymaneke lawaz razî nabe.
Bi ya min ew îro gelekî lawaztir in lê bibîne, em bi rastî dixwazin bi wan re rûnin, bi wan re biaxivin û bi wan re bikevin dan û standinê li ser çima divê bi wî awayî ku em dibêjin gavan bavêjin."
Trump di xula xwe ya yekem a serokatiyê de ya di sala 2018an de, Amerîka ji peymana sala 2015an vekişand ku di serdema Barack Obama de hatibû îmzekirin.
Nûnerê Trump dibêje, îdareya Trump ti carî bi rêkeftineke wekî ya berê razî nabe bi awayekî ku ceza bên rakirin û ti demeke diyarkirî ji bo bicihkirina pêbendbûna wan nebe. Ew tu wateyê nade.
Steve Witkoff di berdewamiyê de dibêje, "Me wisa nedît ku dan û standinên hefteya borî dê berhemdar bin, ji ber ku pêdiviya me bi wê hebû ku em bi wan re bigihêjin hin lihevtêgihiştinê.
Ez hêvîdar im jî ku ev yekşema berhemdar be. Ez hêvîdar im bi awayekî be ku em bikaribin berdewam bikin.
Eger roja yekşemê berhemdar nebe, hingê em dê berdewam nebin û divê rêyeke din hilbijêrin."
Çaremin gera dan û tandinan biryar bû ku di 3yê Gulanê de li Romayê pêk were lê Umana navbeynkar ragihand, ji ber sedemên lojîstîkî hate bipaşxistin.