Şêwirmendê Serokê Amerîka Donald Trump ê serdema hilbijartinê Kenneth R. Timmerman di axaftina xwe de ragihand ku têkiliyên Washîngton bi Hewlêrê re sratejîk in.
Şêwirmendê Serokê Amerîkayê Donald Trump ê serdema hilbijartinê Kenneth R. Timmerman di axaftina xwe de got: "Têkiliyên Wahîngton bi Hewlêrê re sratejîk in. Di Kongreya Amerîkayê de piştgiriya ji bo referanduma serxwebûna Kurdistanê zêde ye."
Kenneth R. Timmerman di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ez dikarim vê bi hêsanî bêjim ku ji hêla stratejîk ve têkiliyên xurt ên Amerîkayê bi Kurdistanê re hene û demdirêj in. Heke pirsgirêkên navbera partiyan werin çareserkirin û eleqeya aîdiyetên olî yên cuda were zêdekirin û ev ji Amerîkayê re were gotin ev dê piştgiriya Washîngtonê ya ji bo referanduma serxwebûnê zelal bike."
Timmerman di dirêjiya axaftina xwe de got: "Pêwendiyên Amerîka û Kurdistanê ji bo stratejiyeke demdirêj e. Lê dixwazim vê bêjim ku divê hêza Peşmerge ji bin bandora pariyan were derxistin û di binê banekî de were yekkirin, lewma ev ji bo têkiliyên stratejîk ên Washîngtonê pir girîng e."