Tiramp: Me sinûr bo Tirkiyê danaye li Suriyê

Donald Tiramp, serokê Emerîkayê ragehand, Kurd bi hezran cengawer ji dest daye, lê em nekarîn berdewam li Suriya vemînîn û me sinûr bo Tirkiyê danaye û nabe wê sinûrê bibezîne. Êdî erkên welatên deverê ye arîşe yên xwe çaser bikin. Herweha got: Kurd û Tirik dijmin li deverê û em xwe naxîn nav wê şerê.

08.10.2019, Sal - 07:55

Tiramp: Me sinûr bo Tirkiyê danaye li Suriyê
Nuçe Belav bike

Piştî zincîre tiwîtên Tiramp derbarê Suriyê û vekişana serbazên Emerîkayê ji Suriyê. Donald Tiramp di di gotara xwe de, got: Min bi Ewrûpayîyan re got: Werin hevwelatîyên xwe yên di rêza Daişê de bûn û bikuj û hov bûn wergirin û vegerînin, lê wan guh nedan û gemjane reftar li gel me kirin.

Got jî : Êdî ev erkê Tirkiyê, Îraq, Suriya, Rûsya û Îranê ye evê pirsê çareser bikin.

Xuya jî kir, Ewrûpayîyan bi xirabî Emerîka bikarhînan , zêdetir ji 100 milyar Dolar hatîye xerckirin, lê hêj bes nîye û divêt Ewrûpayî û Nato evê berpirsyarîyê wergirin. Ew dixwazin mifayê ji me wergirin lê em evê yekê nakîn.Herweha got, me dû tirlyon Dolar xerc kirîye, lew me daxwaz ji Tirkiyê û Ewrûpa kirîye, erkên xw bicih bihînin.

Derbarê Kurd jî got: Kurd bi hezaran cengawer ji destdane û ew dijminên suriştî yên Tirkiyê ne. Ew herdû bi sedan salin li gel hev şer dikin û em naxwazîn bikevîn di nav şerê şorişvanî û şerê wan de, bi wî awayî kar nahê kirin û hêvîdarîn bi başî kar bihên kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1177 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:30:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x