Serokê Amerîkayê Donald Trump Îran wekî “dewlata sereke ya terorîst” bi nav kir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di axaftina xwe ya televîzyona Fox Newsê de Îran wekî “dewlata serekê ya terorîst” bi nav kir û rêvebiriya berî xwe ji bo îmzekirina peymana bi Îranê re rexne kir û got: “Ev rêkeftina herî xirab e ku min di jiyana xwe de dîtî ye.”
Donald Trump rêvebiriya berî xwe ya Barak Obama ji bo îmzekirina peymana nûkleerî rexne kir û îdia kir ku ji bo îmzekirina wê rêkeftinê ti sedem nebûn.
Trump pirsa “hûn dê rêkeftinê hilweşînin?” wiha bersivand: “Ez dikarin bibêjim welatê me ne di xema wan de ye. Ew dewlata serekê ya terorîst in. Pere û çekan dişînin her derê.”
Serokê Amerîkayê anî ziman ti rêza Îranê li hemberî welatî wî nîne û amaje kir ku Îran balafirên Amerîkayê dişopîne û bi belemên biçûk li derûdora keştiyên wan diçin û tên.