Trump duh 9ê Nîsanê li Koşka Sipî ji rojnamevanan re got: “Nabe Îran bibe xwediyê çeka atomî.” Herwiha got: “Ez pir daxwaz nakim. Lê nabe çekê wan ê atomî hebe. Eger destêwerdana leşkerî pêwîst be, em ê bikin.”
Trump red kir ku dîrokekê ji bo destpêkirina her çalakiyek leşkerî diyar bike, lê got: “Ez naxwazim diyar bikim. Lê dema ku em dest bi danûstandinan bikin, em ê bizanibin ka ew baş diçin an na.”
Herwiha got: “Eger destêwerdaneke leşkerî pêwîst be, dê destêwerdana leşkerî pêk were. Bêguman Îsraîl wê bi xurtî tevlî vê yekê bibe û di navenda fermandariyê de cih bigire.”
Serokê Amerîkayê ev daxuyanî beriya hevdîtinên hefteya bê yên di navbera rayedarên Amerîkî û Îranî de li Omanê li ser bernameya atomî ya Îranê da.
Donlad Trump di destpêka vê hefteyê de gotibû, danûstandin dê "rasterast" bin, lê Tehranê got ku ew ê "nerasterast" bin.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Îranê Mesûd Pizîşkiyan got, welatê wî “hewl nade bombeya atomî bidest bixe" û amaje bi îmkana veberhênana rasterast a Amerîkayê li welatê xw kir, eger her du welat bigihin rêkeftinekê.