Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku dê Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy dîsa dawetî Koşka Spî bike.
Serokê Amerîkayê Trump li Koşka Spî ji rojnamegeran re hevdîtinên dawî yên di navbera Amerîka û Ukraynayê de nirxandin.
Trump got ku "Ukraynayê ev peyman qebûl kir û hêviya min ew e ku Rûsya jî qebûl bike.
Em dê îro û sibe bi wan re bên ba hev û hêvîdar im ku lihevkirin çêbibe."
"Ukraynayê ev qebûl kir"
Trump diyar kir hêvî dike ku pêvajoya di navbera her du welatan de bi agirbesteke tam bi encam bibe û got:
“Ango li vir mijar agirbesta tam e. Ukraynayê ev qebûl kir û hêvî dikim ku Rûsya jî qebûl bike."
Trump li ser pirsa "Gelo dê ji nû ve Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy dawetî Koşka Spî bikin an na?" got ku "Belê, teqez."
Trump û Zelenskyy 28ê Sibata îsal li Koşka Spî bi tundî ketin qirika hev û Zelenskyy bi xeyd û dilekî şikestî ji Koşkê derket.