Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku bi hevkariya Îraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê waliyê Îraq û Sûriyeyê yê DAIŞê hat kuştin.
Donald Trump, li ser tora civakî ya Truth Socialê derbarê kuştina waliyê DAIŞê yê Îraq û Sûriyeyê got:
"Serokê reviyayîyê DAIŞê li Îraqê hat kuştin. Ew bêrawestan ji aliyê şervanên me yên netirs ve dihat şopandin."
Serokê Amerîkayê her wiha got, "Bi hevahengiya Hikûmeta Îraq û Hikûmeta Kurdî ya Herêmê jiyana bêrûmet a vî serokê DAIŞê tevî endamekî din ê DAIŞê hat bidawîkirin.
Bi cihkirina aştiyê tenê bi hêzê pêkan e."
Doh Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li ser platforma Xê ragihand ku yek ji berpirsên payebilind ên DAIŞê Abdullah Mekî Muslîh Rafî (Ebû Xedîce) hat kuştin.
Piştî daxuyaniya Mihemed Şiya Sûdanî, Konseya Asayişa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û rexne li helwesta Serokwezîrê Îraqê girt.
Konseya Asayîşa Herêma Kurdistanê got, "Mihemed Şiya Sûdanî di kuştina berpirsê DAIŞê de amaje bi rola sereke ya Konseya Asayişa Herêma Kurdistanê nekiriye.”
"Berpirsê DAIŞê bi hevkariya Konseya Asayîşa Herêma Kurdistanê hat kuştin"
Li pey daxuyaniya Konseya Asayişa Herêma Kurdistanê, Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Îraqê di daxuyaniyek belav kir.
Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Îraqê got,"Kuştina terorîst Ebû Xedîce, bi hevkarî û zîrektiya berhemdar a Konseya Asayişa Herêma Kurdistanê pêk hat."
Abdullah Mekî (Ebû Xedîce) berpirsê operasyonên DAIŞê bû û biryarên giring û stratejîk ên rêxistinê jî ji aliyê wî ve dihatin standin.
Abdullah Mekî sala 2023yan ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ve di lîsteya terorê de hatibû bicihkirin û nasname û tevgerên wî yên bi sînor dijwariyeke mezin ji bo saziyên îstîxbaratê pêk dianî.