Trump û Selman li ser herêma tampon li hev kirin

Hat ragihandin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Qralê Erebistana Siûdî Selman bîn Evdilezîz di peywendiya li ser têlefonê de herdu serokan li ser mijara "bila li Sûriye û Yêmenê herêmên ewle bên avakirin" li hev kirin.

30.01.2017, Pts - 09:21

Trump û Selman li ser herêma tampon li hev kirin
Nuçe Belav bike

Koşka Spî ya Amerîkayê ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Qralê Erebîstana Siûdiyê Selman Bîn Evdilezîz peywendiyeke bi telefonê pêk anîne û her du serokan bal kişandin ser dostanî û hevkariya stratejîk a dûr û dirêj a di navbera herdu welatan da.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Donald Trump ji Qral Selman Bîn Evdilezîz xwestiye ku li Suriye û Yemenê bo avakirina herêman tampon bibe alîkar û Selman Bîn Evdilezîz jî erênî bersiva wî daye.

Di hevdîtina herdu serokan de Trump herwiha piştgiriya xwe ji bo “Bernameya Aborî ya 2030” ya Selman aniye ziman û soza bihêzkirina hevkariya enerjî û aboriyê di navbera herdu welatan de dane hev.

Hat gotin ku Selman xwestiye ku Amerîka pêşengiya hewldanên têkbirina terorê li Rojhilata Navîn bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 4745 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:18:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x