Trump: Tirkiye êrîşî Kurdan bike abûriya wê jinav dibin

Serokê Amerîka Donald Trump gefê li Tirkiyê dixwe û radigihîne, heger Tirkiye êrîşî Kurdên Sûriyê bike, dê abûriya Tirkiyê were jinavbirin.”

15.01.2019, Sal - 08:06

Trump: Tirkiye êrîşî Kurdan bike abûriya wê jinav dibin
Nuçe Belav bike

Serokê Amerîka Donald Trump di tiwttekê de nivîsî: “heger Tirkiye êrîşî Kurdên Sûriyê bike, dê abûriya Tirkiyê were jinavbirin.” Herwiha amaje bi wê yekê kir jî, ewê herêmeke ewle bi kûrahiya 20 Miles (dora 32 K.M) li bakurê Sûriyê ava bike.

Trump got jî, Rûsya û Îran gelek sûde ji siyaseta Amerîka ya jinavbirina DAIŞê dîtîne. Herwiha got jî ku wan jî sûde jê dîtiye, lê dem hatiye ku hêzên wan vegerinîn Amerîka û dawiyê li şerê bêdawî bînin.”

Piştî biryara Trump a vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê di meha bûrî de, Tirkiyê hêzê li ser sînor kom dikir û amadehiya destpêkirina operasyonekê li ser Rojavayê Kurdistanê dikir.

Lê rayaderên pile bilind ên Amerîkî û ji nava wan Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîkî John Bolton got, Amerîka bê parastina Kurd ji Sûriyê venakişe.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyp Erdogan jî rexne li daxuyaniyên Bolton girtin û red kir pê re hevdîtinê bike, dema di hefteya bûrî de bi serdanekê li Tirkiyê bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1214 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:37:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x