Trump: Zelenskyy amade ye peymana madenên kêmpeyda îmze bike

Serokê Amerîkayê Donald Trump da zanîn Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy amade ye peymana madenên kêmpeyda yên axê îmze bike.

05.03.2025, Çar - 11:00

Trump: Zelenskyy amade ye peymana madenên kêmpeyda îmze bike
Nuçe Belav bike

Donald Trump, di rûniştina hevpar a Kongreyê de axaftina herî dûvdirêj a dîroka Kongreyê pêşkêş kir û di beşa siyaseta derve ya axaftina xwe de behsa Şerê Rûsya-Ukraynayê jî kir.

"Ukrayna amade ye”

Trump da zanîn ku wî îro nameyek ji Volodimir Volodymyr Zelenskyy wergirtiye û got:

"Ukrayna amade ye di demeke kurt de ji bo aştiyeke domdar li ser maseyê rûne û Zelenskyy amade ye bi Amerîkayê re peymana madenên kêmpeyda yên axê îmze bike.”

Trump bi awayekî zelal anî zimên ku divê şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de êdî bi dawî bibe û diyar kir ku gotûbêj bi her du aliyan re jî berdewam dikin.

Trump dest bi xwendina nameya Zelenskyy kir û pê de çû:

"Di nameyê de ev tişt hene: Ukrayna amade ye di demeke herî kurt de ji bo aştiyeke domdar li ser maseyê rûne.

Ti kes nikare ji Ukraynayiyan zêdetir aştiyê bixwaze. Ez û tîma min amade ne ku di bin serokatiya hêzdar a Serok Trump de ji bo aştiyeke domdar bixebitin.

Derbarê peymana li ser madenan û ewlehiyê, Ukrayna amade ye di her demê de ku ji bo we guncav be vê peymanê îmze bike."

Trump, ji Zelenskyy re spasî kir û diyar kir ku hemû deman gotûbêj bi Rûsyayê re jî berdewam dikin û got ku ew difikire ku Rûs jî amade ne li ser maseyê rûnin da ku peymaneke aştiyê were îmzekirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy îna borî li Koşka Spî bi tundî ketin qirika hev û Zelenskyy bi xeyd û dilekî şikestî ji Koşkê derket.

Trump got ku Zelenskyy "bêhurmetî li gelê Amerîkayê" kiriye, Zelenskyy jî got ku wî tiştekî şaş nekiriye ku lêborînê bixwaze.

“Em dê bi awayekî Greenlandê bistînin"

Trump destnîşan kir Greenland ji bo berjewendiyên neteweyî yên Amerîkayê gelekî girîng e ew dixwazin wî cihî bistînin û li pey çû:

"Îşev peyameke min ji bo gelê Greenlandê jî heye.

 Em bi şidî piştgiriyê didin mafê we yê diyarkirina paşeroja xwe û eger hûn bixwazin, em we li Amerîkayê dipêjirînin.

Ji bo ewlehiya neteweyî û heta ewlehiya navneteweyî pêwîstiya me bi Greenlandê heye. Ez texmîn dikim ku em dê bi awayekî bistînin.

Em dê wê bistînin û we di ewlehiyê de bihêlin. Em dê we dewlemend bikin û bi hev re em dê Greenlandê bibin cihên ku we berê fikir nedikir ku mumkin e."

"Em dê Kanala Panamayê li xwe vegerînin"

Trump careke din got "Em dê Kanala Panamayê li xwe vegerînin" û eşkere kir ku wan derbarê vê mijarê dest bi gavên berbiçav kiriye.

Trump da zanîn ku Amerîkiyan Kanala Panamayê ava kiriye lê pişt re dane Panamayê û piştî wê kontrola kanalê ketiye destê Çînê û anî zimên ku ew vê yekê qebûl nakin.

Mertalê Qubeya Zêrîn a parastina mûşekan

Trump got ku pêwîstiya wan bi sîstema mertalê parastinê ya mûşekan a wekî ya li Îsraîlê heye û diyar kir:

"Ez ji Kongreyê dixwazim mertalê parastinê yê mûşekan ê Qubeya Zêrîn ê teknolojiya herî bipêşketî me fînanse bike ku ji bo parastina welêt temamê wê li Amerîkayê hatiye hilberandin."

 

Vî nûçeyê tevayî: 205 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:45:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x