Washington: Operasyon, qabîlîyeta HSD'ê li hember şerê DAÎŞê lewaz dşke

Li ser êrîşên Tirkiyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê, Rayedarê Washingtonê daxûyaniyek belavkir.

22.11.2022, Sal - 18:31

Washington: Operasyon, qabîlîyeta HSD'ê li hember şerê DAÎŞê lewaz dşke
Nuçe Belav bike

Koşka Spî îro Sêşemê 22yê Mijdara 2022yan belav kiriye, Tirkiye rûbirûyî gefa terorê bûye û mafê wê heye ku berevaniya xwe bike.

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê jî daxwaza rawestandina aloziyên li Sûriyê kir û ragihand, alozkirina rewşa Sûriyê, giyanê welatiyan û proseya rûbirûbûna DAIŞê dixin metirsiyê.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê li ser vê mijarê ragihand, hêzên me ji êrîşên Tirkiyê yên li dijî bakurê Sûriyê, metirsî li ser wan çênebû.

Roja Yekşemê 20ê Mijdara 2022an, Tirkiyê operasyoneke asmanî li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê pêk anî, li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, wan di wê operasyonê de bi 89 xal kirine armanc.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 168 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:09:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x