Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê biryara PKKyê ya xwefesixkirinê girîng dibîne û got ku ew hêvîdar in ev gav bibe sedema zêdebûna aramiyê ya li herêmê.
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) roja 12ê Gulanê biryarên kongreya 12an eşkere kirin.
Li gorî biryaran, "PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan."
Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tommy Pigott li ser biryara xwefesixkirin danîna çekan a PKKyê pirsên Birêvebirê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bersivandin.
Tommy Pigott got, "Em piştigiriyê didin daxuyaniya vê dawiyê ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya taybet ku dixwaze xwe fesix bike."
Pigott da zanîn, "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di sala 1997an de PKKyê wekî rêxistineke terorîst a biyanî nas kir.
Ji wê demê ve ku rêxistin hatiye damezirandin, bi deh hezaran kes di encama pevçûnên çekdarî de hatine kuşti."
Pigott anî zimên, çekdanîna PKKê "serkeftinek e ji bo şaristaniyê. Hêviya Dewletên Yekbûyî ew e ku ev daxuyanî bibe sedema aramiyeke zêdetir li herêmê."
"Ji bo Îranê du vebijark hene"
Pigott bersiva pirsa Diyar Kurde ya li ser gotûbêjên navbera Amerîka û Îranê yên derbarê bernameya atomî de jî da û got:
"Tiştê ku ez dikarim bibêjim ew e ku Serok (Donald Trump) beriya çend saetan li ser vê mijarê axivî.
Rêyek ber bi xweşbîniyê ve ji bo Îranê heye. Serok dixwaze tevahiya herêmê di rewşeke baş de be. Serok anî zimên ku du vebijark ji bo Îranê hene."
Pigott li ser heman mijarê wiha berdewam kir, "Divê Îran ti carî çekên atomî nebe, lê du vebijarkên têkildarî vê mijarê hene: vebijarkeke baş û vebijarkeke xirab.
Ji ber vê Serok li ser vê mijarê axivî û kar û armanca pêşîn a me diyar kir."
Civînên Amerîka û Îranê
Îran û Amerîka ji 12ê Nîsanê ve çar caran civiyan.
Piştî bidawîhatina gera çaremîn a gotûbêjan ku 10ê Gulana 2025an li Umanê hat lidarxistin, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî got:
"Ev gera dan û standinan li gorî sê gerên berê cidîtir û vekirîtir bû.
Di vê gerê de em ji mijarên giştî dûr ketin û em çûn nav hûrgiliyên şênber. Asayî ye ku di rewşeke wiha de danûstandin zehmet bin."
Amerîka û welatên Rojavayî guman dikin ku Îran mijûlî bipêşxistina bombeyên atomî ye, lê Tehran berdewam vê tometê red dike û dibêje, armanca wê ya yekane ji bernameya atomî, hilberîna karebayê û lêkolînên pizîşkî ye.
Trump ragihand, ew dixwaze rêkeftin çêbibe û Îran ji aliyê aborî ve bê vejîjandin, lê wî hişyarî jî da ku amade nebûna Îranê ji bo rêkeftinê wê bike ku Amerîka rêyên din bigire pêş û çend caran jî behsa îhtimala êrişa leşkerî kir.