Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê: Divê Îraq ji bo parastina hêzên me gavan biavêje

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê got, “Divê Hikûmeta Îraqê ji bo parastina hêzên Amerîkayê gavên şênber biavêje.”

05.01.2024, Cum - 05:53

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê: Divê Îraq ji bo parastina hêzên me gavan biavêje
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di civîna çapemeniyê de bersiv da pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde.

“Divê Îraq gavên şênber biavêje”

Matthew Miller li ser êrişên grûpên çekdar ên ku hêzên Amerîkayê dikin armanc, got:

“Divê Hikûmeta Îraqê ji bo parastina hêzên Amerîkayê gavên şênber biavêje.

Pêwîst e Hikûmeta Îraqê lêpirsînan li ser wan grûpan bike ku êrişî hêzên me dikin.”

Piştî ku 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kir li Îraq, Herêma Kurdistanê, Sûriye û Rojavayê Kurdistanê grûpên çekdar bi berdewamî êrişî hêzên Amerîkayê dikin.

Amerîka jî carinan bersivê dide van êrişan û herî dawiyê doh li Bexdayê êrişî Heşdî Şebiyê kir.

Tevgera Nucebayê piştî vê êrişê kuştina fermandarê xwe yê bi navê Ebû Teqwa Seîdî û alîkarê wî yê bi navê Ebû Îmtîhan ragihand.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Patrick S. Ryder amaje pê kir ku ev êriş ji aliyê hêzên wan ve hatiye kirin û got:

“Ebû Teqwa bi awayekî çalak beşdarî êrişên li hêzên me dibû.

Me jî tim gotiye mafê me yê xweparastinê heye û em dê hêzên xwe biparêzin.”

Di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê de li Îraqê 2 hezar û 500, li Sûriyeyê jî 900 leşkerên Amerîkayê hene.

Piştî destpêkirina şerê Hemas û Îsraîlê herî kê 100 carî êrişî van hêzan hatiye kirin û di van êrişan de herî kêm 60 leşkerên Amerîkayê birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 261 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:01:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x