Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ji Hindistan û Pakistanê xwest ku ji bo kêmkirina aloziyan û destpêkirina diyalogê rêkarên bilez bigirin.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bi Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf re telefon vekir û piştre bi Wezîrê Karên Derve yê Hindistanê Subrahmanyam Jaishankar re axivî.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku Marco Rubio “tekezî li ser pêdiviya kêmkirina aloziyan kir û got:
“Wî piştgiriya Amerîkayê ya ji bo diyaloga rasterast a di navbera Hindistan û Pakistanê de nîşan da û her du welat teşwîq kirin ku ji bo bipêşvebirina pêwendiyên xwe hewl bidin.”
Çend roj in ku her du zilhêzên Asyayê û xwediyên çekên atomî şerê hev dikin.
Şer piştî kuştina 26 geştyaran li Keşmîra beşê Hindistanê dest pê kir ku Hindistanê tiliyê tawanbariyê dirêjî Pakistanê kir.
26 geştyarên ku piraniya wan Hindî bûn, ji aliyê çend çekdaran ve hatin kuştin ku ser bi komên Leşkerî Teybe û Ceyşî Mihemed bûn.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand, di pêwendiya bi Şehbaz Şerîf re, Rubio tekezî kir ku “Ji bo ku dawî li piştgiriya ji bo komên terorîst bîne divê Pakistan rêkarên pêwîst bistîne.”
Piştî kuştina wan 26 geştyaran, 7ê Gulanê Wezareta Parastinê ya Hindistanê ragihand:
“Demek berê me dest bi Operasyona Sindûr kir û 9 baregehên terorîstan li herêmên dagirkirî yên Keşmîr û Camûyê kirin armanc.”
Piştî êrişê, Şehbaz Şerîf soz da ku “tolê” ji Hindistanê bistîne.
Bi sedema şer û pevçûnên du rojên borî yên her du welatên neyar ên dîrokî, herî kêm 44 kes li her du aliyan bûne qurbanî.
Pakistanê ragihand ku 31 kesên sivîl di bombebaranên Hindistanê de hatine kuştin.
Hindistanê jî da zanîn ku herî kêm 13 kes ji ber topbaranên Pakistanê hatine kuştin.