3 moşekê Koreya Bakur li Japonyayê ketin

Hat ragihandin ku Koreya Bakur di seetên berê sibehê de 4 moşek bi hev re ber bi Deryaya Japonyayê ve pekandin.

06.03.2017, Pts - 06:27

3 moşekê Koreya Bakur li Japonyayê ketin
Nuçe Belav bike

Sererkaniya Giştî ya Koreya Başûr di daxuyaniya xwe de ragihand ku îro berê sibehê seet 07.36an li herêma Dongchang-ri ya Koreya Bakur 4 moşekên balîstîk ber bi Deryaya Japonyayê ve hatin pekandin. Moşekên balîstîk nêzîkî hezar kîlometroyî çûn û niha em cureyên wan dinirxînin.

Li gorî ajansa nûçe ya Kyodoya Japonyayê ji 4 moşekên balîstîk 3 jê li herêmên ekonomîk ên taybet ketine.

Serokwezîrê Japonyayê Şinzo Abe di axaftina xwe de got: Koreya Bakur metirsiyeke nû çêdike. Ev ceribandina moşekên balîstîk îhlala Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ye û pir bi xeter e."

Ji aliyê din ve Cîgirê Serokê Koreya Başur Hwang Kyo-ahn lijneya ewlehî ya neteweyî civand û di axaftina xwe de got: "Ji bo bicihkirina pergala parastina moşekên THAADê em destê xwe zû bigirin û pêvajoyê bil ez biqedînin." Pergala THAAD a Amerîkayê ji ber pêlgirên bihêz rastî rexneyên tund ên rêvebiriya Pekînê tê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2029 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:17:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x