Bo Serokwezîr Barzanî nameya Wezîrê Îngilizî!

Wezîrê Derve yê Brîtanya Boris Johnson ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re nameyek şand ku tê de piştgiriya xwe bo hewlên Herêma Kurdistanê yên bo serxistina demokrasiyê û dîyalogê bi Bexdayê re nîşan da.

23.11.2017, Per - 07:00

Bo Serokwezîr Barzanî nameya Wezîrê Îngilizî!
Nuçe Belav bike

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku di hevdîtina 22'yê Mijdarê ya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Hon Wilks de, Barzanî nameya Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Boris Johnson wergirtiye.

Her wiha tê gotin ku Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Boris Johnosn di nameyê de, destxweşîyê li hewlên Herêma Kurdistanê yên bo aramkirina aloziyên ligel hikûmeta federal a Iraqê, bi armanca destpêkirina gotûbêjan ji bo çareserkirina nakokiyan kiriye û gotiye, Brîtanya li ser heman awasteya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, berdewam dibe li ser hewlên xwe.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Boris Johnson tekez kiriye, ku hewleke cidî heye j bo destpêkirina gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê bi armanca çareserkirina nakokiyên her du aliyan li gorî destûrê û piştgiriya Brîtanyayê bo serxistina proseya demokrasiyê li Herêma Kurdistanê jî nîşan daye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1260 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:43:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x