David Bannerman: Pêşeroja Kurdan ronî ye!

Serokê Lijneya Peywendiyên Iraqê li Parlementoya Yekîtiya Ewropayê David Bannerman êrişên Heşda Şeibî yên bi ser Kerkûk û derdora wê de şermezar dike û dibêje: “Em naxwazin Iraq ti binpêkirineke din bike, yan jî rêkarekî din li dijî Herêma Kurdistanê bike.”

09.11.2017, Per - 07:05

David Bannerman: Pêşeroja Kurdan ronî ye!
Nuçe Belav bike

Peyamnêra ajansa Rûdawê Ala Şalî ji Brukselê destnîşan kir, ku grûpa dostaniyê ya Kurdistanê li nav Parlementoya Yekîtiya Ewropayê duh 8'ê Mijdara 2017'an civînek pêk anî, ku çendîn parlementerên fraksiyonên ciyawaz ên Parlementoya YE'yê di rûniştinê de amade bûn. Di civînê de bi hûrgilî amaje bi wan bûyeran hate kirin ku piştî 16'ê Cotmehê li Kurdistanê qewimîn. Herwiha di civînê de peywendiyên navbera Bexda û Hewlêrê jî hatin gotûbêjkirin.

Wî peyamnêra diyar kir, ku piştî civînê grûpa dostanî ya Kurdistanê li nav Parlementoya YE'yê biryar daye ku raportek bide Parlementoya Yekîtiya Ewropayê û daxwaz bike ku guvaşê bixin ser ofîsa Mogherini ji bo wê yekê ku helwesteke wan a zelal û bi bandor hebe di çareserkirina pirsgirêkên nav Iraqê de û bikarin zextê li Bexdayê bikin ji bo ku dest bi diyaloga li gel Herêma Kurdistanê bike.

Li ser pêngavên Yekîtiya Ewropayê û guvaşên wan ên bi ser Bexda û Hewlêrê de ji bo çareseriya pirsgirêkan, Serokê Lijneya Peywendiyên Iraqê li Parlementoya YE'yê David Bannerman ragihand; “Tiştê ku em dixwazin ew e ku em di demeke kurt de ji bo çareserkirina pirsgirêkan, amadekarî bikin. Lê pirsgirêka sereke ew e ku pevçûna leşkerî neqewime. Çimku ev ne di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye û ne jî di berjewendiya Bexdayê de ye.”

Di berdevamiya axaftina xwe de David Bannerman herwiha got: “Em li gel şermezarkirinê, daxwaz dikin ku binpêkirinên Heşda Şeibî yên bi ser Kerkûk û welatiyan de rawestînin. Amerîka jî li ser vê mijarê rexne kir, Amerîka daxwaz kir, ku hemû milîsên şîe yên ser bi Îranê ji nav Iraqê vekişin. Çimku niha aloziyeke mezin li Iraqê li holê ye, ev jî nîgeraniyeke mezin çêkiriye.”

Li gor David Bannerman “Asoyeke geş li hember Kurdan e, lê hemû rê diçin ber bi diyalogê û pêwîst e pirsgirêk bi rêya diyalogê werin çareserkirin” û dibêje;

“Me daxwaz kiriye ku şanda Iraqê û Herêma Kurdistanê dest bi diyalogê bikin û rêkevtinek pêk bînin. Em êdî naxwazin Iraq binpêkirinek bike, yan jî rêkarekî din li dijî Herêma Kurdistanê bigre ber xwe. Emê ji aliyê parlemento û şandeke xwe ve guvaşê bixin ser Hikûmeta Iraqê, emê daxwaz bikin ku sedema van zextên li dijî Herêma Kurdistanê dikin aşkere bikin. Çimku xelkê Herêma Kurdistanê weke Katalonyayê serxwebûna xwe ranegihandiye, loma pêwîst bû ev rewş bi rêya aştî û diyalogê werin çareserkirin û di çarçoveya Iraqê de jî otonomiya zêdetir ji Herêma Kurdistanê re were dayîn.”

David Bannerman li ser bêdengiya civaka navdewletî û Yekîtiya Ewropayê, nîgeranî û bêhêvîbûna xelkê Başûrê Kurdistanê û pêngavên dahatû got: “Nabe ti alî pişt li Kurdan bike, tiştê ku em dixwazin xwe jê dûr bixin, şerekî nexwestî ye ku li herêmê biqewime. Li gor min hemû alî dixwazin xwe jê dûr bixin. Pêwîst e di heman demê de rêz li daxwaz û xwestekên Kurdan bigrin û rewşa niha ya Iraqê were naskirin. Ez bawer im niha Iraq ber bi beşbeşbûnê diçe, herwiha Yekîtiya Ewropayê weke pêwîst piştgiriya Kurdan nekiriye, pêwîst e piştgiriya ji bo Kurdan derxin holê.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1495 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:14:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x