Rêxistina Sosyalîstên Enternasyonalîst ên Cîhanê daxuyaniyek belav kir û di beşeke daxuyaniya xwe de bal kişand ser rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û daxwaz kir ku Heşda Şeibî ji Kerkûkê û navçeyên bi nakok derkevin û tûndtijiya li dijî Kurdan werin bidawîkirin
Di roja 25 û 26'ê Mijdara 2017'an de li bajarê Barcelona, paytexta Katalonyayê endamên Konseya Sosyalîstên Enternasyonalîst li hev kom bûn û piştî civînê daxuyaniyek belav kir. Rêxistinê di beşeke daxuyaniya xwe de behsa rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê kir û ev tişt hat gotin, "Sosyalîstên Enternasyonalîst piştgiriyê dide bicihanîna destûra Iraqê û daxwaz dike hemû cûreyên tûndrewî yên li dijî gelê kurd werin rawestandin."
Rêxistina Sosyalîstan di daxuyaniya xwe de operasyonên leşkeri yên hikûmeta Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê şermezar kir û ji Iraqê xwest ku bi awayekî aştiyane û li gorî destura Iraqê li hemberî Kurdan tevbigere. Herwisa ji Bedxayê daxwaz kir ku bêyî şert û merc li gel Hewlêrê dest bi diyalogê bike û parêzgariya bajarên li herêma bi nakok, ku ew mafê Kurdan e, bidin Kurdan û milîsên li wan bajaran ji wan deran şûnde vekişînin.