Encûmena Asayîşa Neteweyî ya Tirkiyê dicive

Encûmena Asayîşa Neteweyî ya Tirkiyê îro bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dicive. Li gor medya Tirkiyê, êrîşa bejahî bo ser Rojavayê Kurdistanê yek ji mijarên serekî yên civînê ye.

01.12.2022, Per - 07:45

Encûmena Asayîşa Neteweyî ya Tirkiyê dicive
Nuçe Belav bike

Civîn Encûmena Asayîşa Neteweyî ya Tirkiyê îro Pêncşemê 1ê Kanûna 2022ê demjimêr 15:300 deqe piştî nîvro bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan destpê dike.

Tê çaverêkirin ku di civîna dawî ya îsal a Encûmena Asayîşa Neteweyî ya Tirkiyê de, “rûbirûbûna terorê û egera pêkanîna êrîşeke bejahî bo ser Rojavayê Kurdistanê, operasyona Pence-Kilîd li Başûrê Kurdistanê û çendîn mijarên stratejîk taybet bi asayîşa wî welatî bên gotûbêjkirin.”

Êrîşa esmanî ya Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên jêr desthilata HSDê roja 20ê Mijdara 2022ê destpê kir. Serokkomarê Tirkiyê roja Duşembê 21ê Mijdarê ragihand ku ne merc e operasyon tenê esmanî be.

Tirkiye bi îddîaya parastina asayîşa sînorên xwe ji terorê wan êrîşan pêk tîne û dibêje, pêdivî bi mohleta ti welatekî din nîne û bo parastina sînorên xwe li ser avêtina pêngavên yekalîker berdewam dibin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 340 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:13:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x